Endamên Meclîsa Ciwanan li Edene ji bo Leyla Guven çalakî lidar xist.
EDENE- Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê, ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 89 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakî lidar xist.
Ciwanan li ser pira rêya E6 pankarta “Li dijî tecrîdê bêdeng nemîne, deng bide berxwedanê” ku wêneyê Leyla Guven li ser bû daliqandin û dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Polîs çûn cihê bûyerê û pankarta ciwanan çirandin.
Tevî astengiya polîsan ciwanan li Taxa Şakîrpaşa a navçeya Seyhanê ji bo Leyla Guven û girtiyan çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Ciwanan fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.