Li hemberî êrîşan bêdengmayîn îxanet e!
NAVENDA NÛÇEYAN
Destpêka Qomploya Navdewletî
Bi “operasyona Çekûçê“ re, bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê, bi destê NATO xwestin ku PKK bêbandor bikin. Û bi vê armancê jî operasyon dan destpêkirin.
A ku hatibû xwestin, hewşenga hewayî ya Başûrê Kurdistanê ji Iraqê parastin û bêbandorkirina PKK bû. Li Başûrê Kurdistanê dixwestin ku hêzeke nû ava bikin(PDK-YNK). Bi operasyona çekûçê û bi hêza dewletek nû re dixwestin ku PKKê li Bakurê Kurdistanê biheşirînin û derbasbûna Başûrê Kurdistanê jî asteng bikin. Dixwestin PDK û YNK hêzek nû bikin û bi vî awayî jî PKK paqij bikin. Amerîka û Tirkiye, ji 91an heya 98ê vê siyasetê şopand û bi plana dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re jî dixwestin PKKê paqij bikin.
Amerîka, Îngîlîstan û Îsraîl, dizanibûn ku bêyî ku PKK biqedînin, di pergala cîhanê ya nû ku ew ava bikin de Kurdan cih nagrin û ew jî nikarin Kurd beraliyê bikin. Bi vê re girêdayî, bi avakirina PDK û YNKê ve jî dixwestin Kurd bigrin bin qontrola xwe. Yek ji siyasetên Amerîkayê ev bû ku, bi tunekirina PKKê re serdestê Rojhilata Navînê bibin. Xuyabû ku bi heyîna PKK, Amerîka nikare li Rojhilata Navîn, serdestiya xwe pêk bîne.
Di 4 mehên navbera 9ê Cotmeha 1998an û 15ê Sibatê 1999an derbasbûyî de, hatibû armanckirin ku, bi rêbazên qomployê ve Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji aliyên faîlên nediyar ve bidin kuştinê.
Weke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî nirxandibû, “ du vebijêrk hebûn; an Ewropa an jî çiya“. Çûyîna çiya, arasteya li ser gerîlayan zêde bikira, lê çûyîna Ewropayê him cîrewşek navneteweyî pêk bianiya him jî li hember arasteyekê hemû raya giştiya cîhanê jê haydar biba. Qomplogeran, dinirxandin ku dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîlgirtina gelê Kurd e û qedandina PKKê ye û ji ber vê jî di 15ê Sibata 1999an de ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalanê ku li Kenyayê ye re dibêjin “ em te bibin Başûrê Efrîqayê“. Ji aliyên qomplogeran û Dewleta Tirk a dagirker ve tê dîlgirtin û dibin ji Girava Îmraliyê ku ji bîst salan zêdetir wê bimîne re.
Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
Di meha Cotmehê de, bi derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji Sûrî, PKK û gel fêhm kiribû ku qomployek heye. Ji ber vê jî mîlîtanên PKK û gelê Kurd, li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalanê ku wek vîna xwe didîtin, xelekek ji agir ava kirin. Bi hezaran ciwan, zilam û jinên Kurd canên xwe dan ber agir û ji bo Rêberê xwe jî bêguman laşên xwe wê bikin gogek ji agir û bi agirê jî bikevin govendan. Û tevî vê yekê êdî çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ heye ku di dîroka Kurdistanê de wek çalakiyên fedaî wê derbas bibe.
Xelît Oral; “Li hemberî êrîşan bêdengmayîn îxanet e!“
Xelît Oral, di sala 1971an de li navçeya Merdîn Mehsertê ji dayik dibe. Lê di saliya xwe de bi malbatê re koçî Çûkûrovayê dikin. Xelît Oral, ji ber ku piştî qedandina dibistana seretayî fersenda xwendinê nedît, li germahiya Çûkûrovayê dest bi karê veherê kir. Hê di zarokatiya xwe de debara malbatê dikir; ji ber vê jî Xelît Oral, her û her bi fedakariya xwe ve wê were nasîn. Xelît Oral, di salên 90an de, bi kelecanek mezin tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd ku bi pêşengiya PKKê ve bi pêş diket û giyanên ciwanan jî dorpêç kiribû, dibe. Di xebatên bajaran de cih digirt û di demek kin de jî xwe da îspatkirin. Xelît Oral, di dema li Mersînê xebat dimeşand de bi tevî hevalên xwe re amadehiya tevlîbûna refên gerîla dikir û di wê dorê de jî hat girtin. Li hemberî Qomploya 9ê Cotmehê ku di 9ê Cotmeha 1998an de li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatibû û bi derketina ji Surî re jî bi encam bîbû, gelê Kurd li her deverê cîhanê rabûbûn ser piyan lê helwestên herî hişk û xurt ji aliyên girtiyên azadiyê ve dihatin nîşandan. Girtiyên azadiyê, li hemberî Qomploya 9ê Cotmehê, bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“ re li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûn xelekek ji agir; pêşengê van çalakiyan jî Xelît Oral bû. Xelît Oral, li girtîgeha Gurgumê, di şeva ku 9ê Cotmehê girêdida 10ê Cotmehê de canê xwe da ber agir û wek legengê ewil ya çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin“, dibe yek ji sembolên dîroka têkoşînê. Xelît, di nava xeleka agir de dibe agirek. Hevalekî li zindanê, xweşewitandina Xelît wisa vedibêje;
Dîrok 09 Cotmeh, Demjimêr 03:05
Em hemî di xeweka giran da bûn… Ji nişkêve, li qawîşê qêrînek, hêwirzeyek…
Ez li qata herî jêr dimam. Bi qêrîn û gazegazan şîyar bûm. Ji ber bilindbûna qawîşê dengan olan dida, ji ber bêhişîtîya ji xewê û olandana dengên nenas, ne pêkan ku meriv tê derxe ka çi diqewime.
Bi qêrînan ez demildest pengizîm derve. Pêşî ez fikirîm ku “dijmin êrîş kir”. Min lê nihêrî li derûdorê ne gardîyan hene ne jî leşker. Dengê hêwirzeyê ji jor dihat.
Ez birev derbasî qata yekê bûm. Lêbelê yên qata yekem jî digotin “li vir nîne heval, deng ji qatên jor tê” û direvîyan qata jorîn…
Her kesî dikir qareqar digotin “Heval çi bûye”
Hinekan duqêrîyan û digotin “ser da girtine” hinekan digot “şewat derketîye”
Nepêkan bû mirov serwext bibe.
Herî dawîn em derketin qata çaran.
Em li çi rast bên…
Abîdeyekî agirîn…
Hevalê Xelît Oral derîyê hûcreyê bi têlan girtîye, eşofmanên xwe yên naylon li xwe kiriye…Betanîyê li xwe pêçaye…Xelît Oral ê ku veguherîbû gogekî ji agir, di jûra xwe da dîlan digirt!
Milên xwe yên dirêj bi kêlekên xwe ve vekiribû, betanîya ku li xwe pêçabû wekî palerînekê weşîyabû ser piştê, bi alavan ra dans dikir.
Bi dirûşmeyan dans dikir, bi tena serê xwe govend digirt di nav agirî da…
Hemî heval li hember van dîmenan herifîbûn.
Hin hevalên ku nikarîbûn derî vebikin, ji kerba serê xwe li dîwaran dixistin.
Ên ku digirîyan…
Ên ku ketober diqêrîyan…
Ên ku çavên wan li gewdeyê Xelît ê ku veguherîbû gogekî ji agir zûr bibûn…
Herî dawîn, hevalek bi hêza îmanê derî bi sermilên xwe def da û têlan ji wir rakir.
Hin hevalên ku hewl didan bi betanî û potikan agir vemirînin, hin hevalan jî bi nezanî, hewl didan avê bi ser Xelît de bikin.
Hevalekî ku di rûdanên şewatê da bitecrûbe bû wan hişyar kir “heval avê lê mekin, bi potikan vemirînin agir”.
Çunkî, mirov avê bi ser keseka/î ku dişewite bike ew bêtir êşê dikişîne.
Piranîya ew bejna zirav a Xelît, ew tenê wî yê biheybet şewitîbû.
Me ew nermenerm dirêjî ser ranzeya kevirîn kir.
Dema ku me lê dinihêrî agir bi dilê me diket.
Bêhna kolonyaya ku tev li bêhna goştê şewitî bibû hundurê me dikeritand.
Çermên w bi destên me û milên me ve girtibû.
Em ditirsîyan ku li hevalê xwe yê xweşewîst binihêrin, destê xwe bidinê.
Li ser pirseka kurdî ya hevalekî “hevalê Xalit tu çawanî”, bi dengekî nedihat femkirin bersiv da jî, çalakîya xwe bi bişirîn dibersivand.
Halît ê ku bi agir ra dans kir û bû jîyan.
Di destpêkê da tu kesî tu wate di çalakîya Halît da nedidît, piştra rêhevalên wî yên bi nameya ku dîtin wî têgihiştin û bûn peyrewên wî, wê gotina Xelît a “Bêdengîya li hember êrîşan îxanet e” ji xwe ra kirin perspektîf û rêya xwe berdewam kirin. Bi rêya çalakîya “hûn nikarin roja me tarî bikin” ciwan û gelê Kurdistanî, bi gîyanê fedaîtî û berxwedêr dan nîşandan ku ew wê komploya li hember Rêberê Gel Abdullah Ocalan pêk hatibû, napejirînin. Agir çavkanîya jîyanê ye. Ciwanên kurd, gelê kurd û her kesê ku ji Rêber Abdullah Ocalan bawer dike bedenên xwe kirine parçeyeke ji agir (jîyan) carek din dide nîşan ku, Rêber Abdullah Ocalan ji bokesên ku ji şoreşê bawer dikin jîyanê derdibire.