Xwendekarên Jin li dijî tecrîd û komployê çalakiyêk li dar xistin

 Bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwendekarên jin ên Zanîngeha Kobanê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek dan.

KOBANÊ– Bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven ku 90 roj e ketiye greva birçîbûnê, xwendekarên jin ên Zanîngeha Kobanê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî li Zanîngeha Kobanê ku li başûrê bajarê Kobanê dikeve, hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekara zanîngehê Berfîn Remûk ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hatin gotin: “Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobanê çalakiya Leyla Guven silav dikin û em dibêjin berxwedana Leyla Guven cihê serfiraziyê ye. Di heman demê de mîsogeriya berxwedana Zîlan û Arînan e.

Dîroka gelê Kurd dîroka berxwedanê ye. Bi taybet serkeftina berxwedana zindanan e. Dijminên Kurd çi qasî bixwazin berxwedana me û doza me di zindanan de bikujin û pûç bikin, lê em ê zindanan jî bikin qadên berxwedanê û akademiyên jiyanê. Çawa ku bi tecrîda li ser rêber Apo xwestin vîna gelê Kurd û vîna azadiyê bişikînin, lê li hemberî vê yekê em careke din Leyla Qasim, Zîlan, Arîn û Vîyanan di çalakiya Leyla Guvend de zindî dikin û rihê berxwedana wan nû dikin.

Li ser vî esasî em careke din hevalên di vê oxirê de berxwedanê dikin, em wan hemûyan silav dikin û em dibjin serkeftina we ya me bê.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan, Bijî Berxwedana Gelê Kurd, Bijî Serok Apo û Bijî Berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.

Nivîsa Pêş