NAVENDA NÛÇEYAN
Zext û Zilmên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan didom e. Dewleta Tirk a faşîst li ku derê Kurdekî hebe, li ku derê destkeftiyekî Kurdan hebe êrîş dike.
Serhildana Şeladizê li ser xaka Başûr’ê Kurdistan rastiya faşîzma Tirk, dagirkeriya wî û xiyaneta KDP-YNK’ê careke din derxist holê. Ji salên 90’î ve rêveberiya Başûrê Kurdistan bi têkiliyên xwe yên dewleta Tirk ve bû sedem ku dewleta Tirk a dagirker sal bi sal 18 baregeh li Başûrê Kurdistanê vekir. Her wiha êrîşên xwe li ser qada parastina medya her çû zêde kir, piranî êrîşên hewayî li ser gundan pêk hat û him di milê jiyanî de him di milê maddî de Gelê Başûrê Kurdistanê ziyan dît. Bi sedan sîvîl, zarok, jin di van êrîşan de şehîd ketin. Qetilkirina pitik Solîn hêj di bîra me hemûyan de ye. Dîsa piştê serhildana Şeladizê girtin û gefên KDP nêzikatiyê wî li dijî kurdan nişan dide.
Bi vê re girêdayî dewleta Tirk karên xwe yên îstixbarî ya MÎT’ê li xaka Başûrê kurdistan zêde kir. Tê zanîn çend endamên rêveberiya MİT’ê di operasyona şoreşgerî ya Sakîne Cansiz de ji aliyê gerillayên Azadiyê ve hatin girtin. Dîsa di kampan de perwerde dayina çeteyên OSO û pêşmergeyên roj, hemû nîşaneya ku KDP din av xiyanetek çawa de bû.
Piştê hevdîtinên dawî di navbera Îran-Tirkiye YNK jî wek KDP dest bi hevkartiya armanca tesfiyekirina Tevgera Azadiyê û Kurdên Azadixwaz kir. Girtina ofîsên Tevgera Azadî, Komalayên Jin û Ciwanan, Saziyên Çand û Hûnerê û êrîşkirina meşên ciwan û gel. Ev hemû nişan dida ku wekî serdema 90’î, ne bi vekîrî êrîşkirina li ser Gerillayên azadiyê bi hinek rêbazên cuda armanca tesfiyekirina gerillayên PKK’ê heye. Heta êdî di vir de mirov dikare bêje ku êdî YNK-KDP ne wek amurekî wek hevkariya Tirkiye’yê dixwaz êrîş bibe li ser PKK’ê.
Bi van re girêdayî xwesteka herî mezin a KDP-YNK’ê ew e ku Hêza Kurd a azadîxwaz ji Rojava tesfiye bikin. Di destpêkê de bi hevkartiya Emerîka xwestin tevgereke çete ya bi navê pêşmergeyên roj derbasî xaka Rojava bikin. Dema ji aliyên rêveberiya Rojava ve ev nehat qebûl kirin vê carê dest bi hevdîtinên bi OSO yê re kirin. Heftaya çûyî şandeyek ku ji çeteyên OSO ve pêk dihat çûn bi rêvebirên KDP ve hevdîtin kirin. Diyar bû ku bi vê hevdîtinê tê xwestin li dijî hêzên Rojava bi rêya OSO yê şerekî veşartî bê kirin. Ev jî bi deste Tirkiye ve tê kirin. Ji ber ku duh şandeyeke Tirk hatin Hewlêrê û bi KDP re hevdîtin kirin. Armanca hatina vê şandê ji bo Hewlêr, danîna planek siyasî ye ku bi piştgiriya dewleta Tirk dixwazin PDK’ê ji bo pejirandina siyaseta xwe bikarbînin. Li sermedyayê ji propagandaya vê şandeyê dikin. Vê şandeyê wek dijberiya YPG’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin. Hewl didin hinek guhertinên siyasî li gorî armanc û siyaseta Tirkiye çêkin.
Xiyanetkarên KDP û YNK’ê dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker diparêzin wek sedem hebûna PKK li xaka başûr nişan didin. Wisa ye mirov bipirse hêza dagirker a dewleta Tirk dikare li xaka Başûr 18 baregeh vekebe, bi sedan sazî avakiribe, aboriya we di deste wan de be gelo PKK ya hêza Kurd çima nikare saziyek jî li Başûrê Kurdistan weke? Dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd qetl dike, PKK gelê Kurd li dijî wî diparêze. Lê ji dagirkeriya dewleta Tirk re destur heye, lê PKK re qedexe ye. Wisa ye li vir sucdar ne PKK, sucdar hevkariya KDP-YNK û TC ye?