ALMANYA- Endamên Jinên Ciwan ên Azad li garêya mezin ya bajarê Darmstad’ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdulalh Ocalan û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê a ku Leyla Guven 91 roje pêşngî dike çalakiyek li dar xistin.
Çalakiya Jinên Ciwan li navenda garê bi şanoyekî bêdeng pêk hat. Jinên Ciwan bi girtina devê xwe bi panqart û maskeyan bal kişandin li ser rewşa çalakvanên greva birçîbûnê.
Piştê çalakiya xwe ciwanan bi diruşmeyan çalakî dawî kirin.