Li Kadikoyê polês êrîşa xwendekarên Lîseyan kirin 7 Xwendekar hatin binçav kirin.
STENBOL- Xwendekarên Lîseyê li Stenbol’ê destdirêjiyên di dibistanan de û Wakifa Ensar xwestin protesto bikin. Çalakî li ber Operaya Surreya ya Kadikoy’ê pêk hat.
Xwendekarên ku xwestin bi panqarta “Di lîseyan de ji Ensar re rê nîne” ve bimeşin rastê êrîşa polêsan hatin. Di êrîşê de 2 endamên LOB’ê 7 xwendekar hatin binçavkirin.