Çalakvan Nasir Yagiz ku 78 rojin li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, ragihandin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan neyi şikenandin ew ê çalakiya xwe bidomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ku 78 roj in li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, roj bi roj rewşa tenduristiya Nasir Yagiz xirabtir dibe. Nasir diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bike.
Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe destpê kiriye 91 roj li pey xwe hişt.
Li aliyekî din çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 18’an de berdewam dike.
Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 52’an de ye, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 53’yemîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.