Hate ragihandin li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Vezîrkopru ya Samsûnê, sê girtiyên siyasî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, sê girtiyên siyasî ji 29’ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî di roja nehan de ye. Yek ji çalakgeran jî Nebî Yavûz e.
Li girtîgehên Tirkiyeyê niha bi qasî 300 girtî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.