Li paytexta Yewnanîstan Atînayê endamên Tevgera ciwanên Şoreşger û ciwanên Anarşîst di çarçoweya enternasyonal de çalakiyek li dar xistin.
ATÎNA- Li paytexta Yewnanîstan Atînayê endamên Tevgera ciwanên Şoreşger û ciwanên Anarşîst di çarçoweya enternasyonal de çalakiyek li dar xistin. Ciwanan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê şîrketeke lojîstîka Tirk-Yunan dagir kirin. Ciwanan di vê derê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.
Her wiha her wiha bal kişandin rewşa çalakvanên greva birçîbûnê û gotin heya tecrîd rabe û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigihêje azadiya fîzîkî em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengê berdewam bikin.
Piştre ciwanan bi dirûşman çalakiyên xwe dawî kirin.