Îro di saetên sibê de li nêzî sûka sebzeyan a bajarê Babê motorsîklêteke bombebarkirî teqiya.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çavkaniyên herêmî yên ji bajarê Babê yê Sûriyê diyar kir ku li nêzî sûka sebzeyan a bajar motorsîklêteke bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de birîndar hene, her wiha zirarên madî di dikanan de çêbûn.