Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li sê bajaran afîş daliqand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li sê bajaran afîş daliqand. Afîşên li ser berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên li Strasboûrgê li bajarên Gelsenkîrchen, Bochûm û Essenê hatin daliqandin.
Li navendên Gelsenkîrchen û Essenê bi dehan afîş hatin daliqandin. Li Zanîngeha Bochûmê jî bi dehan afîş hatin daliqandin û li ser berxwedana greva birçîbûnê bang hate kirin.