Di derheqa çalakvanê greva birçîbûnê ya Strasbourg’ê pêşenga ciwanan Denîz Sûrgût de dewleta Tirk lêgerîna Bultena Sor derxist.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger a li Strasboûrgê bi 14 çalakgeran dewam dike, ku yek ji wan çalakvanan jî pêşengê Tevgera Ciwanan Denîz Sûrgûte.
Di nava 51 rojî de bi hezaran kes ji welatên cuda yên Ewropayê hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Tevî ku rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe, çalak pêşwaziyê li mêvanan dikin.
Her wiha îro hate ragihandin ku dewleta dagirker a Tirk di derheqa çalakvan Denîz Sûrgût de lêgerîna Bultena Sor derxistiye. Denîz Sûrgût ku ji ber sedemên polîtîk derket Ewrûpa bi 13 çalakvanan ve 51 roje di çalakiya greva greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Di derheqa mijarê de Sûrgût tev li weşana zindî ya Medya Haber’ê bû û got: “Ev biryar ji bo dev jêberdana çalakiya berxwedanê ku tê nîşandan hatiye girtin. Lê çi biryar bigrin bila bigrin dê motîvasyon û moralê me de bandor neke. Ez bibiryardarî çalakiya xwe bidomînim. Peyama ku em xwestin bidin gihîşt cihê xwe niha jî bi berdewamkirina berxwedanê em ê encam bigrin.”