Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat û piştgiriya çalakiya Leyla Guven ji jinên ciwan ên Kobanê re civînek li dar xist.
KOBANÊ- Civîn li navenda yekitiyê ya bajarê Kobanê hate li darxistin. Rêvberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer di civînê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan koletî qebûl nekir, ji ber wê komplo bi xayîntî li ser wî pêk hat û wiha dewam kir: “Sala 1999`an di roja 15`ê Sibatê de Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk hat. Em wek jinên ciwan, erka me ye ku serok Apo azad bikin.”
Jiyan Koçer di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şêniyên Efrînê û wiha got: “Jinên Kurd ku li Efrînê mane, rojane ji aliyê dagirkeriyê ve têne îşkencekirin, tecewizkirin û qetilkirin. Îro dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê her karekî qirêjî dike. Cihê herî pîroz ku li gel me goristanên şehîdan in, dirûxîne. Lê em zarokên rojê ne, em ê Serok APO û Efrînê azad bikin.”
Jiyan Koçer anî ziman ku çalakiya Leyla Guven çalakiyeke pîroz e: “Îro Leyla Guven li hember tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya birçîbûnê dike, çalakiya wê pîroz e.”
Di dawiya axaftina xwe de Jiyan Koçer wiha got: “Divê her jineke ciwan hişyar be û Serokê xwe Rêber Abdullah Ocalan azad bike.”
Civîn bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.