Li Ewrûpa bi salan meşên dîrej li hemberî komploya 15 Sibatê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê li dar xistin. Îsal jî Kurdistanî û dostê wan li dewletan cur bi cur li Ewrûpa meşên dîrej li dar dixin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Salvegera 20‘mîn Komploya li ser Rêbere Gelan Abdullah Ocalan nêzîk dibe. Kurdên Ewrûpa û dostên wan ji bo protestokirina komployê meşên dîrej wek salên berê li her derê Ewrûpa tê li dar xistin.
Li Belçîka û bajarê Hildesheim yê Elmanya meşên dîrej çêbûn û bi çoşek û moralek mezin xilas bûn.
Li Swîsre, bajarên Mannheim û Sarbrûcken ên Elmanya wan rojan meş destpebikin û her sê bajarên ku meşa dirêj bikin wê li Strasbourgê yê Fransa dawî bikin, di vê derê de çalakvanên her sê meşên di meşa navîn de ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 16 Sibatê de tevlî bibin.
Di 1‘ê heya 3‘ê Sibatê de meşek dîrej li Belçîka çebû. Çalakvanên di bajarê Anvers heya Brûksel meşiyan û vê derê bi mitîngêk girseyî meş bi dawî kirin.
2‘ê heya 4‘ê Sibatê de li bajarê Hildesheim heya bajarê Hannover meş hat kirin. Her du bajarên ji Eyaleta Niedersachsen yê Elmanya ye. Bi sedan kês tevlî meşê bûn.
Di 9‘ê Sibatê de li Swîsrê bajarê Baselê çalakvanên destpê bi meşa dîrej heya Strasbourgê bikin.
Di 10‘ê Sibatê de meşa dîrej yê ciwana li bajarê Mannheimê yê Elmanya destpêdike. Bi sedan Ciwan û Jinên Ciwan bi gişti li Ewrûpa tevlî vî meşê bibin. Meş ji bajarên Hockenheim – Bruchsaal – Karlsruhe – Raststatt – Achern – Kehl yê Elmanya heya bajarê Strasbourg yê Fransa berdewam bike û vê derê bi meşekê navendî dawî bibe. Slogana vî meşê ‘Dem hat, Serî Hilde, Komplo parça bike, Rêber APO azad bike’ ye.
Di 11‘ê Sibatê de meşa dîrej yê enternasyonalîzm destpêdike. Ev meş di alî Cîvaka Azad ve tê organîze kirin. Di vî meş mitîngên, Semînerên û plansazîyên cûr bi cûr were çêkirin.
Ji bo agahiyên ji bo meşa dîrej ya ciwana navnîşana posta elektronik [email protected] û ji bo meşa dîrej yê enternasyonalîzm Sîte ya Cîvaka Azad yên ku karên Dîplomasî dikin, info(at) civaka-azad.org.
Şirovê 1