Harûn Apoyî: “Em hemû dizanin ku Rojhilata Navîn di nav aloziyan de difetise. Aloziyên ku li ser gelên wê tê ferz kirin ji aliyê hêzên Emperyalîzm, Şovenîzm, Kapîtalîzm û hişmendiyên Dogmatîk û paşverû ve tê li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Amedekar ya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Harûn Apoyî di derbarê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de axivî û wiha got: ” Destpêkê ji Sûriye bi navê Ciwanên Şoreşger ên Sûriye û bi navê Bihara Ereban ji Bakûrê Sûriye em silav û rêzên xwe ji we re û ji bo hemû Tevgerên Ciwanan û Çalakvanên Ciwanan li her qadên Rojhilata Navîn re dişînin.
Di demê ku em têre derbas dibin wekî gelên Rojhilata Navîn bi hemû pêkhateyên xwe û hemû Olên xwe û rastiyên wê yê Dîrokî. Li dar xistina Konferansekî ku li ser asta Rojhilata Navîn de pir girîng e. Wê ev Konferans xebatekî girîng û navekî Dîrokî di pêşeroja me yê hevbeş de pêk bîne.
“Şoreşa Bihara Ereban bûye wekî sînorekî ji bo aloziyên ku Rojhilata navîn tê re derbas dibe”
Apoyî di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em hemû dizanin ku Rojhilata Navîn di nav aloziyan de difetise. Aloziyên ku li ser gelên wê tê ferz kirin ji aliyê hêzên Emperyalîzm, Şovenîzm, Kapîtalîzm û hişmendiyên Dogmatîk û paşverû ve tê li dar xistin. Ev rastiya Rojhilata Navîn bû sedema teqîna Şoreşên Bihara gelan da ku li çareseriyan bigerin û ferzkirina guhertinan. Ji bo ku bibe Bihara ku mirinê ji xwe re qebûl nake bi navê jiyanê
Ji bo vê yekê Şoreşa Bihara Ereban bûye wekî sînorekî ji bo aloziyên ku Rojhilata navîn tê re derbas dibe û pêkanîna aştî û azadî û demokratîk armanca Şoreşa Ereban evin.
Ên ku Şoreşa Bihara Ereban bi rê ve birin ji Tunis ta Lîbya û ji Misir, Yemen , Sûdan , Îraq û Sûrya û her cugrafiyeke Rojhilata Navîn ciwanin. Bi tevlîbûna hemû Ciwanên Rojhilata Navîn bi cugrafiya xwe, Olên xwe, Bîr û Baweriyên xwe tevlî Şoreşên Bihara gelan bûn hişt ku li nav Rojhilata Navîn belav bibin. Ji ber vê Konferansê me dixwest Ciwanan ji ( Îran, Afganistan, Lubnan , Filîstîn , hwd ) bighînin hev ji bo yekbûna Tevgerên Ciwanan li Rojhilata Navîn ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a azad û demokratîk tê de gel jiyan bikin ne bi navê jiyanê bimrin.
Her wiha wê konferans di 20 sibata 2019’an de li Bakûrê Sûriye û heta niha gelek Tevgerên Ciwanan ji hundirê Sûriye û dervê wê û gelek welatên Rojhilata Navîn tevlîbûna xwe ragihandin. Cara yekem li Rojhilata Navîn yê hemdem emê Tevgerên Ciwanan ên Rojhilata Navîn kom bikin ji bo nîqaşkirina dîroka wê û pêşeroja wê.
“Wê serkeftin ya gel be û têkbirin ji sîstemên Dewletên faşîst û dagirkeran re be”
Apoyî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek tevgeran vexwendina me qebûl kir û amadekariya xwe ji bo beşdarbûnê nîşan dan em silavên xwe ên germ ji wan re dişînin û careke din em vexwendineke fermî ji hemû Tevgerên Ciwanan û Ciwanên Welatparêz û Ciwanên Şoreşger re dişînin ku bi berpirsyartî nêzî tiştên ku li ser me û Rojhilata Navîn û pêxemberên me, Şaristaniya me, gelên me, dîroka me, pêşeroja me û nirxên jiyana me li Rojhilata Navîn tê ferz kirin û bang dikin ku her Ciwanekî û Jineke Ciwan tevlî konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Addresên tevlîbûnê li ser malpera me Însiyatîfa Ciwnên Rojhilata Navîn. Li ser vê esesî em serkeftinê ji hemûyan re dixwazin û şoreşa me berdewame ruxmî ewqas gef li ser me heye. wê serkeftin ya gel be û têkbirin ji sîstemên dewletên faşîst û dagirkeran re be.