NAVENDA NÛÇEYAN
Rêhevaltî, tê wateya hêza heyî. Yê ku dilsozî û hêza parvekirinê zêde dike ye. Di navbera jiyanê de pêwendî û pir e. Xala ku li PKKê rêhevaltî biwate dibe, di esasa pîvan û nirxan de bihêz dibe. Raman çiqas rast were fikirîn û çiqas veguhere çalakiyê, rêhevaltî jî bi heman awayî rast tê fikirîn û vediguhere rastiyê. Her riya ku tu dimeşî, heke tu bifikirî riya rast e; her cihê ku tu derbas dibî jî cihên ku rêhevaltî tên mezinkirinê ne.
Rast fikirîn hebûn e. Çawa ku dem nîşaneya heyîn e, rast fikirîn jî biwatebûna jiyanê ye. Ev jî rast fikirîn e, rast meşîn e, rast mayîn e. Rêhevalê/a xwe mezin kirin, di rast fikirîn re derbas dibe û di esasê xwe de nirxên heyî tên mezinkirin. Niha jî li xala ku bilîmetê hêz biwate dibe binêrin; Va ye ev rastî û felsefeya Serokatiyê ne. Çawa ku hêz tiştekî heyî ye, rast fikirîn jî bingehîna vê hêzê mezin dike ye. Ramana rast û rêhevaltiya rast siparteka bilîmetê hêzê ye. Dema ku giyana hevpar û yekîtiya ramanê bişkê, wê demê lewaziya hêz jî tê jiyîn.
Em rêhevalên hev in ku diherikîn deryaya rêhevaltiya herheyî. Ciwanên ku bêderya û destbicedew in. Em yên ku li çeka kujer a haşîtiyê, li bahoza pelên dîn û li bayê digobile xwe pê ve berdidin in. Em tavên ku li birîna xwe derman tê didin in. Em yên ku di heftrengên baranên biharê de, rengên ku cîhan rengîn dikin in. Em yên ku zencîra ramana heyî dişkînin û jiyan biwate dikin in. Niha jî ji dubareyên helbestên nîvco mayî, hestek nû dest pê dike. Cihê ku gotin diqede ne, cihê ku gotin dest pê dike, em dest pê dikin. Ango xwe pê ve li ji nû ve zayînê berdide. Di nava felsefeyek kûr û deryayek xwediyë hest û ramanên herî xweş de ranermtiyek tê berdan. Hestên rêhevaltiyê ku dinivîse, bi bîr dixin. Ev nizanin xêz bikin lê dizanin ku jiyan her kêliyên wan xêz dike. Dizanin ku çi dikin û çi bidin kirinê. Yên ku di tariyên şevê de li berbangê silav didin in û bermayiyên ku heyrana nêrîna herheyî ya tavê ne. Di axên ku kulîlk û mêrg bi tirêjên rojê ve mezin dibin de, divê hişkahiya axa ku bi xwîn re mezin dibe hebe. Çavkaniya her hêrseke li rûyên wan, wê bibe tola rêhevalek. Wan dengê tola rêhevalên ku şervanên tolhildanê ne û dengê dilopên ku tevî axa dibin, wê bibin; wê demê çiyan bi gotina “TOLHILDAN, TOLHILDAN“ wê biqîrin. Êşên herheyî yên her derbe û birînên ku li dijmin didin wê bibin.
Ozgur Ronî