Ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tê, li gelek deveran çalakî tên lidarxistin.
BERN- Di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de , Kurdistanî li paytexta Swîsre Bernê li Bahnhofplatzê li hev civiyan û heta ber bi stasyona trenê ya navendî ve meşiyan. Li vê derê çalakiyeke bêîteatiya sîvîl hat li dar xistin. Li vê derê bi ruşman ciwanan çalakiya xwe domandin.
Çalakiya bêîteatiya sivîl piştî xwendina belavoka li ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi dawî bû.