Qedexeya derketina derve ya li 11 gundan duh bi şev saet di 24.00’an de hat rakirin.
AMED- Qedexeya derketina derve ya li 11 gund û mezrayên girêdayî wan a li navçeya Licê û Hênê hat rakirin. Walîtiya Amedê duh li 7 gund û mezrayên wan ên girêdayî navçeya Licê û li 4 gund û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiribû.
Qedexe duh bi şev saet di 24.00’an de hat rakirin. Li heman herêmê jî operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Eskeran bi ser gelek malan de girtibû û ketin û derketina ji gundan qedexe kiribûn.