Polêsên dewleta Tirk a dagirker, danê sibehê li navend û navçeyên Mêrdînê avêtin ser gelek deveran.
NAVENDA NÛÇEYAN- Polêsên dewleta Tirk a dagirker, danê sibehê li navend û navçeyên Mêrdînê avêtin ser gelek deveran. Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Sîncar, rêveberên HDP’ê yên bajêr Abîdîn Ûnay, Halîl Yagan û Adîl başaran hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin, operasyon di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin, pêk hatiye.
Polîsên Tirk avêtin ser mala Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Eylem Amak, ji ber ku Amak ne li malê bû nekarîn wê destgîr bikin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Mêrdînê.
Her wiha li Edene jî Endama PM a DBP ‘ê Berîtan Onene hat binçav kirin. Berîtan Onen di operasyona serê sibê de ji mala xwe hat binçavkirin. Hate ragihandin ku Onen ji ber hinceta axaftina xwe hatiye binçavkirin.