Kesên ku li herêma Behdînan ji ber raperîn û nerazîbûnên li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine binçavkirin hîn hemû nehatine berdan. Navenda Metro jî got; “PDK’ê destwerdan kiriye û rê li pêşiya berdana wan digire.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 23’yê Çileyê de di encama bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundê Hêtûtê û geliyê Reşava da 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha jî agahî hîn ji 2 kesan nayê girtin.
Xelkê Şêladizê jî 26’ê Çileyê li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk bi tevlîbûna welatiyên Dêralok, Hêtûtê, Siriyê û gundên derdor ser baregeha Tirk a Siriyê de girtin û dan ber agir. Leşkerên Tirk jî gule berdabûn ser xwepêşanderan û di encamê de zarokek 13 salî û kesek din şehîd bûbû. Herwiha di 27’ê Çileyê de xelkê Şêladizê xwestin ku piştgiriya xelkê Şêladizê bikin, lê asayîşa Dihokê rê neda û gelek kes hatin binçavkirin. Heta niha jî 18 kes di girtîgehê de mane.
Bi taybet endamên Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û rojnamegerên nêzî wan ên hatin binçavkirin hatin berdan. Lê, heta niha 18 kes di girtîgehê de name. Piraniya wan welatparêz, rojnameger û çalakvanên serbixwe ne. Niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li wir desthilate li pêşiya berdana wan dibe asteng.
Li gorî agahiyên Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd dane, heta niha 18 kesên hatin binçavkirin di girtîgeha Dihokê de ne, her çiqas ku biryar bû werin berdan, lê ji ber ku PDK ‘ê destwerdan li dadgehan kirin heta niha nehatine berdan.
Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd ev agahî dan; “PDK’ê destwerana karê dadgehan kiriye. Rê nade 18 kes werin berdan. Lewma niha ji ber zextên wan, dadwer daxwaz dike ‘ji bo her binçavkiriyekê du şahid biçin li ber dadger û bêjin, ew kesên hatine binçavkirin, xwestine biçin Şêladizê provakasyona çêbikin û li hemberî baragehên Tirk derkevin.”
Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd got ku ev yek binpêkirina yasaye û xwest ku li gorî yasaya xwepêşandana nêzî kesên hatine binçavkirin bibin û got; “Hemû ne li Şêladizê hatine binçavkirin, hinek li mala xwe hatine binçavkirin. Hinek jî li seytereyan hatine binçavkirin. Kamareya çavdêriyê heye û dadwer dikare bibîne.”
Di 23’yê Çileyê de di encama bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundê Hêtûtê û geliyê Reşava da 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha jî agahî hîn ji 2 kesan nayê girtin. Lê, heta niha ne Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyerê ti lêpirsîn destpênekiriye û ti helwest jî nîşan nedane. Lewma xelkê Behdînan di pirsin ‘Em giliyê kê bikin û wê kî heqê me ji dewleta Tirk bipirse?’