Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Li her cihekî zilm hebe, li wir berxwedan û têkoşîn jî heye” pêngava ‘Êdî Bes e’ ragihand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya “Li her cihekî zilm hebe, li wir berxwedan û têkoşîn jî heye” li ser malpera xwe ya fermî ya bi navê ‘Dîgr Bis Ast’ pêngava ‘ Êdî Bese’ ragihand.
Însyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir li dijî zilm, zordariyê û ji bo jiyanek azad dakevin qadan.
‘Li her cihekê ku zilm hebe, berxwedan û têkoşîn ji li wir heye’
Daxuyaniya Însyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê wiha ye; ”
Sedsala 20’an sedsalek dijwar bû, ji bo gelê Kurd, di aliyê Enfal, kîmyaran, komkojî, teror, darvekirin û êşkenceyê de. Ji bo gelê Kurd sersalek komkujî, helandin û tinekirinê bû. Gelê me bi têkoşîna xwe ya qehremanî dikare li herçarparçeyên Kurdistanê ji bo nîştimana û azadiya xwe canê xwe feda bike. Ev têkoşîn û qehremantî bi pêşengtiya Rêber Apo hatiye destpê kirin.
Em zarok û xwendekarên kesên ku bi can û fedariya xwe em fêrî berxwedanê kirine ku ka cawa azad jiyan bikin. Herwiha nîşandan ku ‘Yekane riya azadiyê berxwedane û berxwedan jiyane’
Em jî weke pêşiyên xwe jiyan Koletî, bêberamber, bê serbilindî, bê azadiyê qebûl nakîn û bang li tevahî xelkê qehreman yê Rojhilatê Kurdistanê dikin. Weke hersê parçeyên din ên Kurdistan bi jiyan azad, bê beramber û mirovahî dest bi berxwedan û têkoşînê bikin. Her wiha bi awayek girseyî em biherikin qadan û kolanên Rojhilatê Kurdistanê bikin cihê berxwedanê.