“Em ê ji îro şûnde jiyana çalakvanan bi kurtasî peyder pey ragihînin ji we re. Ev çalakvanên ku bi jiyana xwe bûne şopdarê heqîqetê her yek bi paşeroja xwe bûye dîrok.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi sedan çalakvan berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Rewşa tenduristiya çalakvanan her diçe xirab dibe. Asta krîtîk derbas kiriye. Lê hêj jî dewletên netewî li dijî van çalakiyan bêdengiya xwe diparêzin.
Em ê ji îro şûnde jiyana çalakvanan bi kurtasî peyder pey ragihînin ji we re. Ev çalakvanên ku bi jiyana xwe bûne şopdarê heqîqetê her yek bi paşeroja xwe bûye dîrok.
Leyla Guven
Leyla Guven di sala 1968’ê de ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015’ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet. Piştre bû Hevseroka KCD’ê, d, heman demê de di hilbijartinên dawî de bû parlementera Colemêrgê. Lê ji ber ku girtî bû nekare biçe Meclîsê.
Leyla Guven 8’ê Mijdar’ê de ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Piştê ku hat tehliye kirin çalakiyên xwe yên 93 rojan li mala xwe berdewam dike.
Nasir Yagiz
Nasir Yagiz di sala 1992’an li bajarê Êlih ê bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Malbata Yagiz, malbatek welatparêz e û weke her malbateke Kurdistanê para xwe ji zilm û zordariya dewleta tirk girtiye. Malbata Nasir Yagiz ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar dimîne ji gundê xwe koç dike û derbasî Êlihê dibe.
Nasir Yagiz dibêje, hêj ew ji dayik nebûbû, 2 xalên wî li ber deriyê malê ji aliyê kontrayan ve hatine şehîdkirin.
Nasir Yagiz ê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 80 roj in li Hewlêrê di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Rewşa Yagiz her diçe girantir dibe. Lê Nasir bibiryara ku çalakiya xwe bidomîne.
Yuksel Koç
Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç e.
Koç 1964’an li Erdaxan Hoçvanê jidayik bûye. Dibistana seretayî li Erdaxanê û lîseyê jî li Qersê dixwîne. Şehîd Akîf Yilmz ji gundekî nêzî gundê wan e, İdrîs Okmen wê demê li Qersê çalak in. Koç dibêje, piştî ku wî salên 1978-1979’an van du hevalan nas dike, gelekî dikeve bin bandora wan.
Koç dibêje piştî lîseyê dest bi zanîngehê dike, li unîversîteyê jî bi hevalan re têkiliya xwe domandiye, di nav ciwanên zanîngehê de xebat kiriye. Piştre malbat ji bo biparêze dişine Elmanyayê.
Koç tevlî nav rêveberiya komeleya xwendekaran ASTA’yê dibe. Piştre tevlî nav xebatên YXK’ê dibe ji wir rojê şûnde jî dehan salan e li Ewrûpa xebatên siyasî dimeşîne.
Yuksel Koç bi 13 hevalên xwe ve 53 roje li dijî tecrîda giran a li ser R3eberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê bê dem û bê dorvegerde ye.