Ciwanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD’ê tevlîbûna xwe di duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê yên Bajarê Hesekê bi daxuyaniyeke beşdarbûna xwe di duyemîn Konfransa Ciwanên Rojhilata Navîn de ragihandin. Tê zanîn ku wê Konferans di 20 Sibatê li Bakûrê Sûriye pêk bê. Daxuyanî li bajarê Hesekê ji aliyê Rêverberiyê Ciwanên PYD’ê Kîm Emîn ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Bi navê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk em duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em beşdarbûna xwe radighînin. Û piştgiriya xwe nîşan didin, bi hêvîne ku Konferans bi yekbûna refên Ciwanan derkeve û bi biryarên girîng derkeve û em bangewaziya xwe ji bo hemû Partî û Rêxistinên Ciwanan re dişînin ku beşdarî duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.