Ji bo FADÎLE TOK
Ji bo ku em ji çalakîyekê baş fêm bikin divê em pêşîn sedemên wê baş bizanibin. Sedemên ne bi rojkî û ji rêzê, yên dîrokî. Divê fam bikin da ku wate lê bar bikin, an jî hest bikin. Heyîna ku jê ra mirov tê gotin jî, tişteka ku li ber nemanênê ye yanê.
Keçikeka piçûk bihizirin ku di temenê xwe da qet derneketîye derveyî sînorên gundê xwe. Ew zaroka herî çav zelal a cîhanê ye, ku bi awayê herî xweşik û herî paqij li jîyanê dinihêre. Gunê Mijînî gundekî girêdayê Qilebanê ya navçeya Şirnexê ye. Û Fadîlê li wî gundî çavê xwe ji jîyanê ra vekirîye. Parçeyek e ji bihûştê ye, ku di nav çîyayan da bi robarên xwe yên geş û serhildêr radiweste.
Ev jî heye, ka, ji bo mirovan, bîyanî çi ne. Kesên ku ne ji wan in, vaye tiştekî ku bi me nenas e…Kesê ewil ê ku ji bo Fadîle bîyanî jî, leşkerê tirk ê ku wê weku çete dihesiband bû. Ji bo Fadîleya ku qet ji sînorên gundê xwe nebihurîbû, bîyanî dijmin bû. Bîyanî, yê ku dikuje, qetl dike, şkence dike, ye. Ji lewma wê ew dîtîye, wê ew zanibûye. Ka çi tê gotin. Dema ku em zarok bûn dayîkên me ji bo ku tu zîyan negihêje me, em hişyar dikirin da ku em ji kesên nenas ra xeber nedin û ji destên wan tu tiştî hilnegirin. Wisa ne ya, tu piçûk î, tu nizanî dinya cihekî çawaye û kî dê zîyanê bigihêjîne te. Lê hişyarîyên bi vî awayî di xwe da şikê jî dihewînin, lêbelê dı jiyana Fadîleyê da ji bo şikê tu cih tuneye. Ev jî heye, heger kesek li te bixe, an jî lêdan jî hîn li ber çavan kêm be, şkenceyan li te bike û te qetl bike, tu yê wê/î bîyanîyî çawa terîf bikî. Weku DIJMIN.
Fadîle di jîyaneka wiha da çavên xwe vedike, bîyanîyên ku tên gundê wan bi vî awayî dinase. Bi vî awayî bi leşkerê tirk yên, ku dixwastin wan bi birçîbûnê terbîye bikin, nedihiştin zimhêra wan bê gund, ra hevûdu nas kir. Zimanekî ji zimanê Fadîle cudatir diaxivin, ji ber hindê Fadîle ne ji wan fam dike ne jî wate didê. Jixwe dê çawa wate bide tiştên ku hêj di neh salîya xwe da dîtîne.
Bêguman dûmahîka wan jî heye. Ev kesên bîyanî, ango yên ku weku dijmin dizanîn, bela xwe ne ji wê ne jî ji gundîyên wê venedikirin. Dixwaze bibêje; “ka çi karê we li vir heye, ev gund, ev xanman, ev ax ya me ye, binemala min her tim li vê cihê ku mirovayetîyê lê aj bûye hebûye, ey yê qetilxûn ka tu ji ku derketî, niha çi dixwazî” lê ka kesê li hember ne guhdar dike, ne jî ji wê fam dike. Ev cinawirên hanê tenê, bi dengên sosret ên zimanekî nenasyar derûdorê mehf dikin. Ka Fadîle çi bike.
Ji bo Fadîle dûmahîk hîn bedtir e. Hêj di çardeh salîya xwe da cinawirên ku ji hewa bombeyan dibarînin nas dike. Halbûkî Fadîleyê her tim di wê hêşînahîya balûpal da bedewîyê didît, ronahîyê didît. Ev cinawir hemî ronîyên Fadîle tarî dike. Tirs xwe li dilê wê û gundîyên wê dipêçe… mafê jîyanê, weku pîr û kalên wan ên ku ev çend salin li ser vê axê jîyane, ji bo wan nayê dayîn, an tu yê vê xakê biterikînî yan jî tu yê bê kuştin an jî tu yê ji min ra bibî xulam.
Lê piştre
Asoxîn, Fadîle jî binemala wê jî Kurd in. Her tişt ji wan ra rewa tê dîtin, celadên wan ew weku çete hesibandine, komara Tirkîyeyê ya faşîst wan weku kesên ku bi zimanekî nenasyar diaxive û weku gelekî nenasyar dide naskirin. Wisa ne ya, ev miletê tirk ê pîroz kerr û lal e, dewletîyên wan çi bibêjin ew e hema çawa be jî. A ji ber vê ye, heger ku dewletî rastîya resen bizanibin jî, bêşermane wê piştguh dikin û xwe li nezanîyê datînin û vî gel î ku demekê ji wan ra bibû pişt tune dihesibînin. KURDÊN tune ên zimanekî tune.
Kurd serhildêr in, tovrind in. Di demarên xwe da xwîna ku bi hezar salan ji şaristanîyan ra dergûşîtîyê kiriye, digerînin, çi dibe bila bibe wan serî netewandîye, ew bi rûmet in. Ji pitika di dergûşê bigire heta ya herî pîr, hemî gundî heta hemî dever, ji rehên xwe veqetînê bidin ber çavên xwe jî, serî li hember celadên xwe naçemînin. Hêj di 14 salîya xwe da tê nefîkirin bi tevê gundîyên xwe, lê gelo berev kû.
Aha tu kes wê nizane û tu kes jî pê ra têkilîdar nabe. Şerê bi jîyanê ra dest pê dike ji bo Fadîleya Mîjînîyî. Çima wiha bû, çima hate nefîkirin ji welatê xwe, xaka xwe… Fadîle bêzanîn, bêfamkirin dimeşe bi eşîra xwe ve. Komek mirovê yên ku zimanekî nenasyar yê welatekî nenasyar diaxive. Ên mezin dîsa tiştên ku diqewimin fam dikin, lê zarok. Em dê çawa li bendê bin ku ew jî fam bikin. Em bibêjin ev lîstikek e, lîstikek e ku mezin jî tev lê bûne. Êja dê nebêjin ka ev lîstik dê kêngî biqede, Fadîleya zarok dê nepirse. Aha ji bo zarokên ku rasteqînîya Kurdistanê jîyane wisa nabe. Hûn nikarin wan vê weku lîstikekê bixapînin. Ew di lîstikên xwe da bi qepsûnên guleyan dileyîzin…zû mezin dibin ew, ji wan ra zaroktî rewa nayê dîtin. Ji mirovên nenasyar yên welatê nenasyar ra mafê zarokatîyê jî nehatîye bexşkirin.
Fadîle bi dê û bavê xwe û bi gelê xwe ra di bin taveheyvê da bi rê dikeve. 16 hezar gîyan, 16 hear dil bi awayekî serbilind didin ser rê. Dibe ku nizanibin ka dê bi vê şûnde çi biqewime lê ji dîroka wan a şer vir ve ev her tim hebûye. Bi jîyanê ra şer, bi dijmin ra şer. Gelê Botanê yê serhildêr û birûmet dikeve ser rêyan. Mirov çawa dijî dema ku ji rehê xwe tê veqetandin? Riwekek bêreh li ku hatîye şayesandin, ji bilî çîçeka ku di bihuşta pirtûxên Reban da cih digire. Lê ji bo Fadîle û gelê wê bihûşt rûzemîn e, welatê wan e.
Rêwîtîya di bin taveheyvê da bi nezanîyê ducanî ye, di bihara 94an da Fadîleya Mîjînîyî ya ku hêj ketîye 14an, di tatêlê da nehêle. Jixwe ew şerê li hember dijwarîyan zû hîn bûye, zilamên cinawir ên bîyanî hînê wê kirine ka xerabî çi ye. Êdî ew van tiştan dizane, dinase. Ji ber hindê bes ber xwe dide, ligel her tiştî 16 hezar gîyan li hember zilma zalim bi hev ra li ber xwe didin.
În di cihê ewil ê vêsana xwe, mekanê pêşîn ê bêhndana we da, çûka cinawir a hewayî nahêle ku bêhna xwe vedin, bombyan bi ser wan da dibarîne. Wisa ne ya, Fadîleya Mîjînîyî û 16 hezar gîyan kurd in, ji bo wan mafê jîyanê tuneye. Bêhnstendin çî ye ka, divê ew henase ji bin ve bê birîn. Divê 16 hezar gîyan bê henase bimînin. Li Bêxêrê 16 hezar gîyan, li bazara gîyanan, weku navê xwe bêxêr e Bêxêrê, paxila xwe ji mirovê ji xaka xwe ra venake, wan nastîrîne, venaşêre. Fadîleya Mîjînîyî û 16 hezar gîyan cardin didin ser rêyan. Dîsa, demekê di nav birçîbûn, tînatî û herîyê da derbas dikin. Piştra cardin nefîbûn, cardin nefîbûn, cardin û cardin…
Fadîle û 16 hezar gîyan li Kurdistana min a xoşewîst bêwar, li welatê nanî bê nan dimînin. Vê carê bêtir diêşe gîyanê wê. ‘Ê din bîyanî bû, lê ev bi zimanê me diaxive’ dibêje. Dixwaze biqîre, ‘çi dibe malneket, ev mirov çi dixwazin ji min-me’ lê li bergindê wê valahî heye. Mezin dibe Fadîle, belam tîpeka elfabê jî nedîtîye lê jîyanê di her gava wê da dersek dayê; bi vî awayî mezin dibe Fadîle. Dersa wê ya ewil berxwedan e, dûre têkoşîn, şerê jîyanê, meseleya rûmetê yanî. Pitikên di rê da mirine dibîne, birçîbûn, tînatîyê dinase, li welatê min ê xoşewîst ê bihûştreng da, debareya wê tenê çengek nîsk û çend lib berû ye…ev çi nakokîyeka çetin e, ecêb e, lê me gotibû, li Kurdistanê zarok zû mezin dibin, tiştên ku diqewimin têdigihêjin.
Digel her tiştî, gelê qedîm ê dîrokê, ev 16 hezar gîyan li her mekanê ku gav avêtîyê karibûye bijî, serketîye ku bijî. Di gel her tiştî, digel mirinan, digel birçîbûn û tînatîyê, dizane, şêweya jîyanê ya pîroz a bi hezar salan. Sazûmanîya xwe li gorî wê dadimezirîne. Ji rikan ve li ber xwe dide, li hember celad û xiyanetkaran li ber xwe dide. Dayîk, keç û lawên egîd ên Botanê li ber xwe didin…
Ji xaftila, warên xwe diterikînin, ew dem bi dem di nav çileya zivistanê da, dem bi dem di erdên lexemkirî da xwe dibînin, dem bi dem jî li şilekeyên ku guzerîna wan bi mehan dikişand… Fadîleya Mîjînîyî seranserî jîyana xwe da bi vî awayî rê dikudîne, û rawestgeha wê ya dawîn dibe Mexmûr.
Şevekê, lepira xwe li çolistaneka bi navê Mexmûr da xwe dibîne, xwe û yên li gel xwe li wê dojeha rûzemînî ya erdê wê bejî, sixre ku besteavek jî lê tuneye da dibîne. Dibêje, ka li van deran çawa tê jîyîn, lê hêvîya Fadîle jî heye, ronahîya ku jê bawer dike û di taristanê da rêya wê ronî dike.
Rêberê wê û gelê wê heye; RÊBER APO. Rêber Apo weku navê xwe rê nîşanî wan dide, Fadîle vê baş dizane. Reng e ku, li vê rûzemîna hanê Fadîleyek heye tuneye; xwe li wê, ronahîya ku heyîna wê bi wê dide hestkirin, dipêçe. Bi kesên ligel xwe bangî wî dike; “bijîn” dibêje Rêber Apo, “digel her tiştî bijîn. Min di bêtonê da çîçek hêşîn kir, min gîyan bexşand parçeyek êzing a ziwa, bijîn.” Ji rêberên xwe bawer dikin û ew dojeha rûzemînî bi kedê, bi hezkirinê vediguhere mekaneka jîyanê a xweş û geş.
Fadîle, ‘gundê Mîjînî, bi robarên xwe yên bixuşexuş weku parçeyeka bihûştê ye’ dibêje, lê li vir, li Mexmûrê guvahîyê, li yê ji tînatîyê nepenî dibe, dike. Lêbelê Fadîle neçar e, bes dizane ku, divê ligel yên cem xwe bijî. Bi xeyalê, belkî dîsa xaka ku lê ji dayîk bûye û ew zozanên ku nedîtîye bibîne, dijî.
Ez niha bi wê ra di nav sohbetekê da me, ev hemî tiştê ku min nivîsîne w ji min ra gotin, bi nivîn û betanîya xwe ya ji malê anîye hatîye qada çalakîyê. ‘Hevalan nedixwest lê min ji bo vê greva birçîbûnê israr kir’ dibêje. Ez dipirsim ew dibersivîne. Lê tişta ku min matmayî dihêle, ew pirsên ku ez ji şexsê wê dipirsim bi hevokên ku bi“em”ê dest pê dike, dibersivîne. Hestgerm dibim bi rastî jî, xwe bi xwe ‘belkû Fadîleyê tu pirtûkeka Rêber Apo nexwendibe, lê yê ku herî baş fêm kiribe ew e’ dibêjim. Fadîle, civakîbûna ku bi puxteya xwe li hemberî min rengvedaye! Dibêje ‘min her tim di televîzyonan da temaşe dikir, an jî min li nirxandinên wî temaşe dikirin, axaftinên wî yên telefona guhdarî dikir’. ‘Û di dilê min da bû hesretek’ dibêje ‘ji kampa me şandeyek çû serdana wî, lê jin tune bû di nav wan da, ji ber hindê ez jî neçûm’. Dibêje ‘di dilê min da ma, xwezî min Rêber bidîta’. Dûre, Fadîle dîsa berdewam dike ku Rêber guhdar bike û fam bike, dixwaze wateyê li jîyana xwe bar bike. Fadîle niha di 37 salîya xwe da ye, hîç nezewicîye, dibêje; ‘heta ku jîyaneka azad nebe, tu wateya zewacê ji bo min tuneye, di mercên nefîbûnê ên bi vî awayî da hîç zewacê nehizirîm. ‘Heta ku Rêberê min azad nebûya, negihişta xaka xwe, ji bo min tu wateyeka jîyana derveyî têkoşînê tuneye’ dibêje. Dibêje ‘heta min dixwest ku tev li refên azadîyê bibim’ lê şertûmercên ku di tê da ye, dêbavê xwe yê ku demek berê berev axê bi rê kiribû û berpirsîyarîyên wê destûra çûnê nedabûnê. Lêbelê Fadîle biryarê distîne, heta hêza wê hebe, zimanê wê têrê bike dê heqîqeta jinê û felsefeya Apo bilêv bike. ‘Min xwest ku ez xizmetê ji vî gelî ra bikim’ dibêje. Fadîle dîyar dike ku; ‘Min kurdbûnê, Kurdistanê û jina azad nas kir’. Piştî ku vê têkoşînê nas dike, jîyana xwe bexşî vê têkoşînê dike. Ango têkoşîna Fadîleyê ji vê greva wê ya birçîbûnê ya ku ketîye roja 18an tenê pêk nayê. Ya rastî jixwe ew, ji roja ku Rêber Apo nas kiriye vir ve di nav berxwedanê da ye. Lê gîyanê Fadîle êdî hew ditebite, digel evqas tiştên ku hatin jîyîn, niha ji Rêberê xwe hatîye dûrxistin, jixwe wê sedemên jîyanê di Rêberê xwe da dîtîye, ew dê çawa raweste, jixwe ranawestîya jî, hew canekî wê maye û wê jî ramedandîye birçîbûnê. Niha jî ji Rêber Apo yê ku weku sedema jîyînê dibîne, xeber dide.
‘Em, ji 99an vir ve dibêjin ku em dê careka din 15ê Sibatê nebînin, lê mixabin her çiqas ew hêzên serdest xwe weku demokrat bişayesînin jî, ev hêzên ku ne demokratî heta tu nîşaneyên mirovayetîyê jî di xwe da nahewînin ev 20 sal in dixwazin Rêberê me di bin tecrîdê da, di nav çar dîwaran da bê henase bihêlin. Qene be berê dem bi dem hevdîtin pêk dihatin, qene be Rêberê me dem bi dem perspektîf dida me, lêbelê nemaze di salên dawîn da vê asteng kirin. Jixwe dîktatorîya faşîst ya AKP-MHP polîtîkayên tunekirinê li ser kurdan didin peyitandin, lêbelê carekê ramanên rêberîtîyê li vê axê reh berdaye û tu kes nikare van fikran ne ji Kurdistanê ne jî ji hişê kurdan paqij bike. Belam niha Rêberê me di bin tecrîdê da ye lê hebûna me girêdayî wî ye û pejirandina vê rewşa hanê jî ne gengaz e. Weku hevala Leyla Guven jî dibêje em ji rêberîtîyê ra deyndar in’ dibêje Fadîle û niha di greva birçîbûnê da ye. Dibêje ‘serkeftin dê her û her ya me be, ê ku dê qezenc bike em in, çi dibe bila bibe ê ku dê qezenc bike rêberîtî ye.’
Fadîle di gotinên xwe yên dawîn da bi awayê herî xweşik û herî paqij, ji min ra ji me ra ji hemî mirovayetîyê ra dibişire, berxwedanê wê xweşiktir kiriye, bawerîya di dilê wê da me jî dipêçe û em jî ji Fadîleyê bawer dikin.
BERXWEDAN DÊ TEQEZ Bİ SER KEVE…BERXWEDAN DÊ TEQEZ BI SER KEVE.
Sozdar Şerker