Di nava wan de berdevkê YXA jî heye 5 ciwan ku serdana çalakvanên greva birçîbûnê kirin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rehîn girtin. Ciwanan birin ku derê nayê zanîn.
HEWLÊR- Asayîşa PDK’ê, duh êvarê êrîşa ciwanên ku serdana çalakvanên greva birçîbûnê kirin kir û di nav de berdevka YXA’yê Egît û ciwanên bi navê Orhan Îke, Kerem Uzgun, Harun Oren û Huseyîn Talî ku ji Mexmûrî ne binçav kir. Ji ciwanan duh êvarê ve agahî nayê girtin.
Hatibû ragihandin ku PDK’ê Jinên Meclîsa Îştarê ku li ber deriyê YN’ê di greva birçîbunê de bûn ji Hewlêr’ê derxist û şandibûn Mexmûr’ê. Jİnan Çalakiyên xwe didomînin.