12 roje ofîsa televziyona NRT ya li bajarê Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Rêveberê televziyona NRT got ku ti bingehek yê yasayî bi girtina ofîsê ve girêdayî nîne û asayîş nahêle ew ofîsê vekin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 26’ê Çileya îsal de xelkê Şêladizê li dijî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk rabûn ser piyan û baregeha leşkerî şewitandin. Televziyona NRT bi awayek çalak raperîna Şêladizê di şopand, 3 tîmên televziyona NRT li Şêladizê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin. Heman rojê tîmek din jî ya NRT li Dihokê hate binçavkirin û piştî 4 saetan hatin azad kirin.
Di 27’ê Çileyê de ofîsa televziyona NRT ya li Dihokê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin. Piştî wê bi rojek asayîşê biryara vekirina ofîsê da. Lê rêveberên televziyona NRT gotin ku asayîş rê nade ofîs were vekirin.