20 ciwanên ji kampa penaberan a Mexmûrê bi awayeke girseyî çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê dewir girtin.
MEXMÛR- Welatiyên Kampa Penaberan a Mexmûrê ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî 20 roje di greva biçrîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. IIro koma 19. ku ji 20 ciwanên Mexmûrê pêktê, çalakiya greva birçîbûnê dewir girtin. Çalekgerên greva birçîbûnê şehîdên Xweseriya Demokratîk a Bakurê Kurdistanê bibîranîn.
Çalakgeran bi dirûşmên, “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe” çalakiyê dewir girtin.
Ji 20 çalakgerên greva birçîbûnê 11 jê jinin û di çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê de jin eleqeyeke taybet nîşana çalakiyê didin û beşdar dibin.