Hate tespîtkirin ku rîtma lêdana dil a Yagiz neçê bûye. Doktorên ku tenduristiya Yagiz kontrol dikin dibêjin, divê rewşa wî timî di bin kontrolê de be.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dewam dike û di roja 80’î de ye.
Hate tespîtkirin ku rîtma lêdana dil a Yagiz neçê bûye. Doktorên ku tenduristiya Yagiz kontrol dikin dibêjin, divê rewşa wî timî di bin kontrolê de be.
Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roja 1’ê Sibatê giran bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Lê belê Yagiz tedawî qebûl nekir û çalakiya xwe dewam kir.
Yagiz piştî kontrola dawî daxuyaniyek da û got, “Encam çi dibe bila bibe ez bi biryar im ku çalakiya xwe bidomînim. Em ê çalakiya xwe bi ser bixînin û tecrîdê bi dawî bikin.”