Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku şervanên wan di 6 û 7’ê Sibatê de li navçeyên Şêrewa û Cindirês ên Efrînê, li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bibandor li dar xistin û di encamê de 7 çete birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan di 6 û 7’ê Sibatê de li navçeyên Şêrewa û Cindirês ên Efrînê li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 çalakiyên bibandor li dar xistin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“1. Di 6’ê Sibatê de şervanên me li navçeya Cindirês a Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareya serçeteyekî koma Ceyş El-Şerqiyê yê bi navê Xanêm Xelef ku wek Ebû Hekem tê nasîn, li dar xist. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û serçete jî birîndar bû.
2. Di 6’ê Sibatê de li ser rêya gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa seyareyeke koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat hat hedefgirtin. Di encama çalakiya sabotajê de 3 çeteyên bi navên Elî Salih El- Debes, Ehmed Hebûş û Eyham El-Mihemed birîndar bûn.
3. Di 7’ê Sibatê de şervanên me li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li dijî çeteyekî girêdayî koma Firqet El-Hemzat çalakiya sekvaniyê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çete bi giranî birîndar bû.
4. Di 7’ê Sibatê de şervanên me li gundê Kefer Nebo ya navçeya Şêrawa li dijî kombûneke çeteyên girêdayî koma Firqet El-Hemzat çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.”