Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 16’an de bi biryardarî berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, di roja 16’an de bi biryardarî li ber deriyê sînor didome. Şengalî eşkere dikin ku heta ku korîdor neyê vekirin wê çalakiya wan berdewam bike.
15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên gelên Şengalê hikûmet neçar ma bû ku bi awayeke fiîlî veke û soz dabûn Şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekî şûnde careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan de hate girtin.
Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin ji 24’ê Çileyê ve çalakiya kon vedanê li ber korîdorê destpê kiriye.