Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û Dewleta Tirk a dagirker, di çarçoveya bicihkirinê ya qirêj de dîsa dest bi nerîtên demografya guhartinê dike. Li gor îdiayên ku Ajansa me bi dest xistî; li Amedê li riya TOKÎyê û li riya navçeya Licê, di guncana polîtîkayên bicihkirinê de mal tên avakirin û ji bo van malan jî Tirkên Ozbek û Uygur wê werin bicihkirin.
AMED- Desthilatdariya AKP/MHP a faşîst û Dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku li Kurdistanê nikarin xwe rabigrin, dixwaze Afgan, Ozbek, Uygur, Kirgiz û Çerkesên “penaber“ li Kurdistanê bi cih bike û demografyaya Kurdistan biguherîne.
Desthilatdariya AKP/MHP a faşîst û Dewleta Tirk a dagirker, bi vê armancê herêma Serhedê wek herêma pîlot hilbijartibû. Derket holê ku ji mêj ve jî 250 Tirkên Gergawuz li Xelata Bedlîsê û gelek malbatên Kirgiz jî li gundê Erdîş Ûlûpamîrê bi cih kirine.
Li gor plana desthilatdariya AKP/MHP a faşîst, dixwazin demografyaya Kurdistanê biguherînin û 75 hezar Tirk li Kurdistanê bi cih bikin û li hemberî PKKê jî wek qorîcî bidin şerkirin.
Di guncana vê plansaziyê de agahiyên ku ajansa me bi dest xistî; di çarçoveya vê plansaziyê de li Amedê jî Tirkên Uygur û Ozbek bi cih bikin. Li gor vê îdîayê; li Amedê li riya TOKÎyê û li riya navçeya Licê, di guncana polîtîkayên bicihkirinê de mal tên avakirin û ji bo van malan jî Tirkên Ozbek û Uygur wê werin bicihkirin.
Dîsa di vê guncanê de, di bin rûpoşa “penaber“ û “koçber“ de, desthilatdariya faşîst çeteyan tîne Kurdistanê. Tê gotin ku Dewleta dagirker, çeteyan tîne Akçakale, Pîrsûs, Nisêbîn û Cizîrê û ew bi cih dikin.