Li Yewnanîstan’ê li dijî komploya ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatdi 13’ê Sibatê de meşa dirêj ku 3 roj bajo were li dar xistin. Meş îsal di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de pêk were. Ciwanan bi dîmenekî bangawaziya meşa dirêj dikin.
YEWNANÎSTAN- Li Yewnanîstan’ê li dijî komploya ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatdi 13’ê Sibatê de meşa dirêj ku 3 roj bajo were li dar xistin. Meş îsal di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de pêk were.
Dirûşma meşê ya îsal “EDÎ DEM HATIYE TECRÎDE BIŞKÎNÉ, FAŞÎZME HILWEŞÎNE, RÊBER APO AZAD BİKE” ye. Bi vê meşê tê armanckirin xwedî li çalakvanên greva birçîbûnê were derketin û silavkirin.
Di derheqa komîteya amadekariyê daxuyaniyek da û bi dîmenekî banga ciwanan kir ku werin tevlî meşa dirêj a sê rojan bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Komploya 15’ê Sibatê 20’mîn salvegera xwe pêy xwe hêşt. Di kesayeta Rêber Apo de ev komplodi pêşengiya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd ve vala hate derxistin. Em ê tu carî dîlgirtîbûya Rêberê xwe qebul nekin û heya dawî jî têbikoşin.
Rêber Apo êdî ji gelê Kurd jî wêdetir di cihanê de bûye Rêberê hemû gelan û faşîzma ku bi komployê dixwest gelê Kurd biqedîne wê tu carî sernekeve, faşîzm wê hilweşe. Di vê binyadê de em ê bi vê meşê him komplo şermezar bikin, him jî piştgirya xwe ya çalakiyên greva birçîbûnê ya ku 93 roje di pêşengiya Leyla Guven de, li zindanan, çar perçe Kurdistan û di gelek cihên Ewrûpa deberdewam dike diyar bikin.”
Komiteya Amadekariyê ku diyar kir amedakariya meşê didome banga hemû Ciwan û Gelê kurd ên Yewnanîstanê dijîn kir ku werin beşdarî meşa dirêj bibin. Di derheqa vê meşê de jî ciwanan bi dîmenek bangawaziya xwe kir.
Meş wê di 13’ê Sibatê di seat 10:00 de li ber Kampa Lavrîon’ê destpê bike û 3 roj bajo û li atîna di qada Syntegma de dawî bibe.