Ciwanên Farqînê, tecrîda ku li ser Rêberê Gelan Ocalan tê meşandin protesto kir û çalakiyên nivîskî kirin.
AMED – Ciwanên Farqînê, Hevsoraka KCDê Leyla Guven a ku li hember tecrîda ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin 94 roje di greva birçîbûnê de ye daketin qadan. Ciwanên daketin qadan, wek “Leyla Guven Rûmeta me ye” û “Deng bidin Zindanan” sloganan li ser diwaran nivîsandin.