Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Îpek Aldemîr, derbarê konferansa jinên ciwan a ku di 17 Sibat’ê li Amedê pêk bînin axivî.
AMED- Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Îpek Aldemîr, derbarê konferansa jinên ciwan a ku di 17 Sibat’ê li Amedê pêk bînin axivî.
Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê yê di 17 Sibat’ê de li Amedê konferansekî saz bikin. Bendewariya ji gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê beşdar bûna konferansa ku bi dirûşma “Bi rihê jinên ciwan ber xwe bide tecrîdê bişkîne” were saz kirin heye. Konferansê de wê pirsgirêk ên jina yê civakî û siyasî hildin dest û di konferansê de tecrît û greva birçîbûnê jî wê bibin sernavê rojevê. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Îpek Aldemîr, derbarê konferansa jinên ciwan a ku di 17 Sibat’ê li Amedê pêk bînin axivî.
Aldemîr, bi silava bi şexsê Leyla Guven’ê de hemû çalakvanê greva birçîbûnê ya li girtîgeha û li derve dest bi axaftina xwe kir. Û wiha berdewam kir. Me wek Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê konferansa ku me bi dirûşma “Bi rihê jinên ciwan ber xwe bide tecrîdê bişkîne” saz kir de mijara ku di rojeva me de tecrîd bingeh girt. Ji ber ku îro li zindana û li derve sedan kesî bi xwesteka şikandina tecrîtê bedena xwe razandiye birçîbûnê. Me jî ji bo bi çalakiyê xwe balê bikşînin li ser û hestiyariyê zêde bikin rojeva xwe de tecrît esas girt. Dîsa jî jinên ciwan û jinê behsa zordariyê li ser xwe bikin, li ku dibe bila bila bibe, li malê, dibistanê, kuçeyê, kargehê, tundiyê û erîşê cînsî pêwistiya ku hişmendiya xwe parastinê derbixin holê. Tê zanîn ku her roj jinek aliyê mêran tê kuştin an jî rastî erîşê tê. Emê li ser hişmendiya mêr a ku êrîşê jinên ku nîvê civakê pêk tê dike divê teqez bê teşhîr kirin û rêxistinkirina jinê niqaşê feyîzdar bikin.
Aldemîr diyar kir ku wê li hember polîtîkayên şerê taybet yê di serî de jinên ciwan û li hemû jina pêk tê têkoşîn bikin. “Ji bo bersivek e birêxistî bidin van polîtîka me hewcedariya çûyina konferansê dît. Ji ber ku jinên me rastî her awayê êrîşê serdestiya mêr tên. Emê jî dengê jina bînin li bav û pêwistiya birêxistiniyek girîng dûpat bikin. Emê dubare bikin ku hêza me ji birêxistina me tê. Emê li hember komkujî û êrîşê li ser jinê hişmendiya xwe tenê hîs nekirinê deynin li holê. Ji bo wê ji em bendewarê hemû jinên ciwan û jina ne ku beşdarî konferansa 17 Sibat’ê bin.”
NC- ENGÎN CÛDÎ