Piştê Serhildana Şeladizê PDK êrîşên xwe li ser Kurdên azadîxwaz zêde kir. Ji van cihek jî Mexmûr e. Jinên Mexmûrê ji Hewlêrê hate derxistin, daketina Hewlêrê ji Mexmûriyan re hate qedexe kirin û ji 5 xwendekarên ku hatin binçav kirin agahî nayê girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Xelkê Şêladizê jî 26’ê Çileyê li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk bi tevlîbûna welatiyên Dêralok, Hêtûtê, Siriyê û gundên derdor ser baregeha Tirk a Siriyê de girtin û dan ber agir. Leşkerên Tirk jî gule berdabûn ser xwepêşanderan û di encamê de zarokek 13 salî û kesek din şehîd bûbû. Herwiha di 27’ê Çileyê de xelkê Şêladizê xwestin ku piştgiriya xelkê Şêladizê bikin, lê asayîşa Dihokê rê neda û gelek kes hatin binçavkirin.
Heta niha jî 18 kes di girtîgeha Dihokê de mane. Gelek welatiyên Şeladizê ne ji mala xwe ji noqteyên qontrolê hatin binçavkirin.
Kampanyaya Reşkirina PKK’ê
PDK ji welatiyên ku li herêma Behdînanê dijîn re xebatên reşkirina PKK’ê dimeşîne.
PDKiyan piştî berxwedanê li gelek deveran civîn û semîner li dar xistin û daxuyaniyên ku PKK wek hedef nîşan dide, hatin kirin. Berpirsiyariya Şaxa 18. ya PDK Umer Oreyî, ji bo mamoste û karkerên Şeladizê û Sireyê semînerek li dar xist. Berpirsên PDK, Berpirsiyariyê Şaxê ya PDK Ewnî Ertîsî, Parlamenterê PDKê Muhsîn Hisên Doskî, Berpirsiyariyê PDK ya navçeya Şeladizê Mihemed Seîd Mêzî, Berpirsiyariyê Komîsyona Sîreyê Nayîf Doskî û Rêvebirê Perwerdeya Navçeyê ya Amediye ya PDK Nasîr Mihemed tevlî semînerê bûn. Umer Oreyî di axaftina xwe de got ku; “Di navbera Tirkiye û Kurdistana Federal de têkiliyên aborî baş e”.
PDK, di nava hefteyeke de li Şeladizê, Dêralokê, Sirê û li gundên derdor gelek civîn û semîner pêk anîn. Di semîner û civînan de PDK, dixwaze ku gel li hemberî PKKê rabin ser piyan. Û ji meleyan jî xwestine ku di xutbeyên nimêja Înê de ji bo zemkirina PKK wazan bidin.
Ji Mexmûriyan re qedexeya Hewlêr’ê
Li Hewlêrê astengî, pêkûtî û pêkanînên dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) berdewam dikin.
Piştî ku çalakvanên jinên ÎŞTAR’ê yê ku li ber Nûnertiya NY’ê di greva birçîbûnê de bûn hatin binçavkirin û derxistin derveyî bajar, hê jî destur nayê dayîn ku welatiyên wargehê biçin Hewlêrê.
Welatiyên ku li Hewlêrê di karên cuda de dixebitin, ji bo ku biçin ser karê xwe, serê sibehê ji wargehê derketin. Lê seytera Zirga ya li daketina Hewlêrê hatin astengkirin.
Her wiha welatiyên ku dixwestin biçin nexweşxaneyê jî tên astengkirin û destur nayê dayîn ku tu kesek ji Wargeha Mexmur biçin Hewlêrê.Li gorî zanyariyên ku welatiyan dane, endamên asayîşê heqaret li wan kiriye û gotine, “Me hun ji Hewlêrê derxistin,hun tiştên nebaş dikin, em êdî nahêlin hun biçin”.
Xwendekarên ku ji Mexmûr hatibûn ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê jî rastê êrîşa PDK’ê hatibû. Asayîşa PDK’ê 5 xwendekarên MexmûRê xistibû binçavan. Ji wê rojê vir ve jî ji xwendekaran agahî nayê girtin.