Ji 52 karkerên ku 4 sal berê li Navçeya Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin û rastî heqareta “Hûn dê hêza tirk bibînin’ hatin jê Mehmet Gezen û Îlyas Yorgun her yek rastî 28 sal ceza hatin. Mehmet Gezen, diyar kir heyeta dadgehê ceza li wan birî di hewaya “Esil hûn dê niha hêza tirk bibînin” de bû.
NAVENDA NÛÇEYAN -Li navçeya Geverê di 5’ê Tebaxa 2015’an de tîmên taybet bi ser şantiyekê de girtibûn û 52 karkerên şandiyê binçav kiribûn. Tîmên taybet dema karker binçav kiribûn îşkence û heqaret li wan kiribû. Di dîmenên piştî vê îşkenceyê hatin belav kirin hat dîtin ku tîmên taybet destê wan li pişt wan girê daye û xistine rêzê û dibêjin “Hûn dê hêza tirk bibînin.” Ji kesên di bûyerê de hatin binçavkirin Mehmet Gezen û İlyas Yorgun her yek rastî cezayê 28 salan hatin.
Di danişîna ewil a doza der barê karkeran de Formenê Şantiyeyê Kemal Yeklitaş û operatorê rokê Burhan Gülcan hatibûn berdan. Karker Metin Gezen Îlyas Yorgun nehatibûn tahliyekirin. Heyeta dadgehê tevî delîl tune bûn jî, di danişîna 18’ê Çileya 2019’an de der barê Gezen û Yorgun de bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û “stendina çek û muhimmatan” ji bo her yekî 28 sal ceza birîn.