Li navçeya Rezanê, hin komên îdia dikin ew ji Pakistan, Afxanîstan û Îranê ne, di bin navê “cîhadê” de ji bo rêxistinbûyînê tev digerin. Hat derpêşkirin ku ev komên ku esnafan ew derb kirin, endamên HUDA-PAR’ê ne û ji bo AKP’ê doza dengan dikin.
AMED –Li navçeya Rezan a Amedê, hin komên îdia dikin ji Afxanîstan, Pakîstan û Îranê ne li hin mizgeftên taxên 5 Nîsan û Kaynartepeyê di bin navê “cîhadê” de ji bo rêxistinbûyînê tev digerin. Hat diyarkirin ku heman kom li Kuçeya 427’an a Taxa Mevlana Halîtê jî dest bi xebatên rêxistinbûyînê kirine. Li Mescîda Errahman a taxê di bin navê sohbetê de ji bo “cîhadê” gazî ciwanan dikin. Ev komên li ser navê “cîhadê” tev digerin, tê bilêvkirin ku ji aliyê navendeke li Rihayê tên berhêlîkirin.
Hat diyarkirin ku Mescîda Errahman tim girtiye û komên navborî di wextên diyarkirî de dadikevin kuçeyan û ciwanan vedixwînin mescîdê û li mescîdê wan bi rêxistin dikin. Wexta kesên di nav komê de li kuçeyan gazî ciwanan dikirin, dîmenên wan hatin kişandin. Ji van koma kesek, li kuçeyê ji ciwanan re dibêje: “reklama cîhanê, siyasetê, futbolê û her tiştî dikin. Lê ka ez çi qasî reklama Xwedayê ku min ji tunebûnê xuliqand, misilmantî afirand û da me dikim. Ger wextê we hebe, werin em nîşanî we bidin.”
HATIN DERBKIRIN
Komên navborî, wexta li Kolana Emekê tev digeriyan esnafan ew derb kirin. Wexta kom diçe dikanekê, ji jinekê re dibêje porê te vekiriye û bertekê nîşan didin. Li ser vê esnaf wan derb dikin.
JI BO AKP’Ê DOZA DENGAN
Esnafên navçeyê derpş kirin ku ev kes endamên “Mumtaze” û HUDA-PAR’ê ne û di çarçoveya hilbijartina herêmî de, ji bo AKP’ê doza dengan dikin.
Çavkanî: MA- Ozgûr Paksoy