NAVENDA NÛÇEYAN
Li bin serhildana gelan a ku di sala Berfanbera 2010’an li Tûnûsê bi sedema ku ciwanekî bêkar ê ku firoşkoriya ambulant dikir, Li hember zordestiya polîsan bi çalakiyekê xwe şewitand destpê kir, li erdnigariya Rojhilata Navîn bi taybet di nav karker, kedkar, yên bêkar û jinan de bi bandora kevirê domînoyê li hember dikdatoriyên paşverû, zordest û faşîst vegeriya serhildana gelan. Dema dikdatoriyên 20-30 salan bi rêzê hildiweşiyan di destpêkê de serhildanên gel yên Tûnûs, Misir, Fas, Bahreyn, Yemen û Cezayîr, Lûbnanên hêvî û zanabûna gengeziya cîhaneke nû nîşanî tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dan.
Lêhûrbûna ev pêla serhildanên ku li Rojhilata Navîn kelayên paşverûtiya emperyalî û kapîtalîzmê hejandî, taybetmendî û ancamên wan serhildanan ji bo dîroka têkoşîna me ya nêzik kir xaleke girîng. Lêhûrbûna li ser taybetmendî û encamên van serhildanan ji bo têkoşînên pêş me û ji bo fêhmkirina erkên pêvajoya ku em tê de derbas dibin, wê encamên bisûd biafirîne.
- Nakokiyên pergala Kapîtalîzm û emperyaliyê di herêma Rojhilata Navîn de bi hemû tundiya xwe, xwe nîşan dide. Çîna karkeran, kedkar, ciwan ji maf û azadiya xwe, ji mafên aborî û civakî mehrûm, di bin pergala qiraltî, dikdatorî û dewlemendên mêtînger ên petrole de di rewşeke birçitî û xizanî de jiyan dikin. Herêm bi dagirkeriyên emperyalîst diheje. Sîyonîzma Îsraîlê li hember gelên herêmê neyarî û hêrsekî mezin dicivîne. Bi qeyrana aborî ya cîhanê di herêmê de piştî êrîş û dagirkeriya hêzên emperyaliyê ve di gelek welatan de koçberî, bêkarî û xizantî hên kurtir bûye. Ev rewş di tevahiya herêmê de nakokiyên kapîtalîzm û emperyaliyê mezin kir û li hember ev zilm û mêtîngeriyê bizirên berxwedanê mezin kir.
- Van serhildanan her çiqasî di hinek welatan de cûdatî nîşan daye jî, lê di hemû herêmê de ev serhildanên gel bi hedefgirtina hikumet û siyasetmedarên mewcût hem jî bi daxwazên hedefgirtina rejîma wan û bi daxwaza rêveberiyeke nû pêş ketin. Ligel hemû zilm û astengkirina hêzên dewletên mêtînger û zordest hemû girseyên ku beşdarî serhildanan bûn di daxwazên xwe yên jiyaneke wekhev, azad û birûmet de îsrarker bûn.
- Di vê berfirehiyê de pêla serhildana ku li Tûnûs û Misirê destpêkirî, dikdatoriyên Bîn Elî û Hûsnû Mûbarek hilweşand, lê bi taybetî wek ku li Misirê hatî dîtin, dînamîka tevgerê ya pêşverû û şoreşger bi piştgirî pîlanên hêzên emperyaliye hat lawazkirin. Li ser vê lawaztiyê jî rewşa heyî hat zivirandin derbeyekê. Li Tûnûsê di sala 2008’an de bi hezar an karker û ciwanên bêkar, jinên kedkar ji bo azadî û mafên xwe yên bingehîn daketibûn kolanan û ev çalakî ji aliyê dikdatoriya Bîn Elî ve bi xwînê hatibû dewisandin. Lê gel dîsa jî dev ji kolan û daxwazên xwe bernadan û serhildan pêl bi pêl belav bû û li hember vê rewşê dikdatoriya Bîn Elî mecbûr ma û paş de gav avêt. Ev serhildan ji beşdarbûna hemû pêkhatên civakê yên wek jin, ciwan, karker, bêkar, kedkar, bazirgan û hwd. zivirandibûn tevgereke gel. Di welatên cûda de di rasteka herêmî de pêvajoyeke şoreşger ku tevgerên gel bi daxwazên demokratîk têkoşîn dikin derket holê. Serhildanên ku li Misir, Tûnûs û Yemenê de dikdatorî hilweşandin, li Lîbyayê jî bi daxwazên azadiyên siyasî derket holê. Lê li Lîbyayê muxafeleta gel ya li dijî zordestiya rejîma Qadafî di destpêkê de rastî mudaxeleyên hêzên emperyaliyê hat. Dema têkoşîna gel çawa destpêkir bi mudaxaleya paşverûtiya derve û hundirîn hat zivirandin şerekî hundirîn a paşverû. Emperyalîstên ku ji serhildanên welatên din encam derxistin û li gorî vê amadekariya xwe kirin hên di destpêkê de hêrsê gel xistin bin qontol û bandora xwe. Emerîka û NATO bi vesîleya parastina gelê sivîl êrîşa rêjîma Qadafî kirin. Ji ber ku hebûna Qadafî ne li gorî berjewendiya wan bû. Bi piştgiriya Katar û Emîrên yekbûyî yên Ereb êrîşên hedefên leşgerî yên Lîbyayê kirin. Piştî rûxan û komkujiyên mezin rejîma Lîbyaya nû bi piştgiriya emperyaliyê bi navê “konseya derbasî a netewî” hat avakirin û Lîbya bû wargehê emperyaliyê ya nû. Piştî vê rewşê jî li Lîbyayê şerê hundirîn dewam kir û an ha bi rêveberiya du hikûmetan hat zivirandin biryargeha çeteyan.
- Dînamîk û pêkhatên serhildanên Rojhilata Navîn bi taybetî jin, ciwan û kedkar bûn. Vê rewşê xisleta şoreşan wek şoreşên demokratîk û gelperêz diyar kir. Li Misir û Tûnûsê, çînê karker an û beşên kedkar yên din rolên mezin lîstin. Bi bandora şoreşên Misir û Tûnûsê li welatên wek Bahreyn, Fas, Yemen, Cezayîr, Lûbnanê serhildanên gel teqiyan. Gelên Ereb li dijî dikdatorên faşîst yên ku bu salane wan bindest dikin hêrsên xwe bi derketina kolanan nîşan dan. Bi van têkoşînan her çiqas dikdatoriyên 20-30-40 salan hilweşînin jîgelên ku rabûn ser piyan ji bername û rêxistineke pêşeng mehrûm bûn. Tevgera gel li hember bindestî û dikdatoriyan jixweber derket holê. Rêxistinên ku heyî jî di alî çendanî (nîcelîk) û çawahînê (nîtelîk) de ji bo van serhildanan ne amade bûn. Li ser van sedem an şoreşa ku ji tevgera gel a jixweber destpêkirî sînorên xwe derbas nekir. Di vê bingehê de her çiqasî ku paşverûtiyê lawaz bixînin jî hêza wan a bêrêxistînî têra bi temamî tunekirina van pergalan nekir. Paşverûtî û dijminên şoreşan di herêmê de bi piştgiriya hêzên emperyaliyê xwe ji nû ve ava kir.
- Serhildanên Ereb yên ku li Sûrî destpêkirî bi çalakiyên li dijî rejîma Esad destpêkir. Wek ku li li welatên din çêbûyî li Sûrî jî gel ji rejîma BAAS ku di aliyekî de xwe wek sîstemeke demokratîk nîşan da, lê di aliyekî de jî li hember zilma hem aborî hem jî siyasi ya ferzî gelan kirî gotin êdî bes e. Çalakiyên ciwanan ku di sala 2011’an de li bajarê Dera destpêkirî ji aliyê hêzên rejîma BAAS ve bi hovitî hat bersivandin û bi xwîna rijandina ciwanan hat dewisandin. Ji welatên din cudatir rejîma BAAS ji bo xûrtkirina desthiladariya xwe bi siyaseta afirandina dijminatiya nav gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, dîsa bi berberîkirina nav ol, bawerî û mezheb an, di alî aborî de tenê bi dewlemendkirina hêzên îtafaqên xwe yên tabaqatên herî bilind ên wek Nûsayrî û Sûnî, bi xizanbûna gelên bindest li hember vê rastiyê hêrsê gelê bindest hên mezin bû. Lê hêrsê gelan tenê ne li ser vê rastiyê bû. Bi taybet pirsgrêk û bêkariya ku ciwanan jiyan dikir, zordestiya ku bi dehan salan li ser netewa Kurd ferzkirî, siyaseta asîmîlasyon û zilmê, bênasname û bê ax hiştina Kurdan, mehrûmkirina gelê Kurd ji mafên xwe yên netewî ji sedemên herî girînk ku bûn ku bûn bingeha serhildanên li dijî rejîma BAAS. Lê cûdatiya vir gelê Kurd xwedî tecrûbeya têkoşîn û hêza rêxistinê bûn. Bi taybetî piştî komkujiya 2004’an a Qamişlo gelê Kurd bi berxedaneke mezin rabûn ser piyan û piştî wê komkujiyê di her dewerê de rêxistinbûna xwe hên xûrtkirin. Vê rewşê jî rêya serftina şoreşa 19’ê Tirmehê vekir. Ji ber ku Gelê Kurd ji serhildanên din cûdatir di her astê de bi bername û rêxistinî amadekariya 19’ê Tirmehê kirin. Tevgera azadiya Kurdistanê li ser vê bingehê ne li cem rejîmê, ne jî li cem çeteyên paşverû ku li hember rejîmê şer dikin nesekînin û bi bernameya xwe xeta sêyemîn a gelên bindest vekir. Serhildana destpêka serhildana Sûrî dema çalakiyên ciwanan ku îstîqaleya rejîma Esad dixwastin ji aliyê hêzên BAAS ve bi xwînê dihat dewisandin, di aliyê din de jî dewletên emperyalî yên wek Emerîka û Rûsya bi piştgiriya Îran, Tirkiyê, Katar, û Sûûdî Arabîstan ketin dewreyê. Rûsya, Îran û Hîzbulah ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û leşgerî piştgiriya rejîmê, yên din jî piştgiriya komên çeteyan kirin. Axên Tirkiyê li ser vê astê wergerandin biryargehên çeteyan. Lê serkeftina şoreşê bi şikenandina îradeya çeteyan û dewletên herêmê yên paşverû ji şoreşa Rojava ber bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ve mezin bû. Gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan ku bi salan bi siyaseteke qirêj û “perçe bike û bi rê ve bibe” hatibû dijminkirin di bingeha leşkerî de li hember hemû van hêzan parastina axa xwe kirin. Ji aliyê din ve şoreşa Rojava bi pêşengtî û îradeya jinê vegeriya şoreşa jinê. Di dîroka Rojhilata Navîn de jinan cara yekê bi encama têkoşîna xwe ya 40 salan di milê civakî û siyasî de gihîştin mafên herî bingehîn. Wek pêkhateya şoreşê ya bingehîn bû rêvebera civakê. Dîsa hemû gelên bindest li ser axa Sûrî cara yekem bi mafên xwe yên netewî ên wek zimanê zikmakî, çand, dîrok û siyaseta xwe di herêmê de mînaka yekîtî û biratiya gelan ava kirin û dîsa cara yekem bi tunekirina desthiladariya dewletê sîstema xwe bi xwe bi rê ve birinê pêşxistin. Serhildana gelê Ereb ku li Tûnûs û Misirê destpêkirî li Sûrî di herêma Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî bi şoreşeke gelperêz encam girt. Îro bi hemû encamên xwe ev şoreş ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê wek mînakekê mezin dibe.
- Bandora serhildanên gel yên Rojhilata Navîn li Tirkiyê jî di berxwedana Geziyê a sala 2013’an derket holê. Li vir jî wek ku li welatên dîtir de çêbû, hemû beşên civakê li hember faşîzma AKP’ê bi daxwazên demokratîk derketin kolanan û gihîşt asta xwestina îstîqaleya AKP’ê û Erdogan.
- Di pêvajoyeke ku gelê Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya PKK’ê têkoşîna azadiyê hên mezintir kir û bi eniya Tirkiyê ya şoreşger û demokratik ve yek bû û bêhn li AKP’ê çikandin rêveberiya dikdatoriya Erdogan bi hamleyeke taktîkî ya bi navê “pêvajoya çareseriyê” de dest bi hevdîtinên aştiyê kir. Ji bo xûrtkirina desthiladariya xwe bi hêvî dayina civakê hinek gav avêt. Bi derxistina hinek zagonan li hember PKK’ê pîlanê ji holê rakirinê xist dwereyê. Bi komkujiya Pirsûsê ku li hember ciwanên sosyalîst hatî kirin û bi bombebarankirina qadên parastina medyayê li hember gelê Kurd û şoreşa Rojava ku vegeriya bihara gelên Kurd, Ereb, Ermen û jin û ciwanan jî deriye pêvajoya şerekî nû kir.
- Dewleta Tirk a ku ji bo fetisandina şoreşa Rojava di destpêkê de bi hemû komên çeteyan ve îtîfaqî çêkirin dema bi vê riyê negîhîşt armanca xwe jî vê carê bi destê çeteyên DAİŞ’ê êrîşa li ser Kobanê da destpêkirin. Şoreşa Rojava ya ku bi bedêla xwîna hezaran şehîd û birîndaran, bi bedêla koçberbûn û xizanbûna deh hezar an mirov an bi berxwedan û îradeya xwe çeteyên DAÎŞ’ê bin xist û piştî vê serkeftinê bi serkeftinên Hol, Şedad, Minbiç, Tabqa, Reqe û hwd. şoreşa Rojava vegerand şoreşa Bakur û Rojilatê Sûriyê. Vê şoreşê di serî de ji bo jinan piştre jî ji bo hem gel, netew, ol û mezheb an deriyê gelên azad û wekhev vekir. Ev xêza azadîxwez ku îro Bakur û Rojhilatê Sûrî jî dixe nava xwe di heman demê de ji bo hemû Sûrî jî bû derfeteke çaresariyê.
Wê Bidome….
Berîtan Destan