Çalakgerên ku ji bo teşhîsê rakiribûn nexweşxaneyê, tedawî red kirine û vegeriyan cihê çalakiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpê kirin belavî girtîgeh, li Hewlêr Nasir Yagiz, li Galler Îmam Şîş li Toronto Yûsûf Îba, li Mexmûr Fedîle Tok û li Strasboûrgê bi beşdarbûna 14 kesan didome.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 55’an de ye. Di roja 43 an çalakiyê de Kerem Solhan, roja 47’an Yuksel Koç, roja 54’an Gulîstan Çiya Îke rewşa tenduristiya wan giran bûbû.
Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa çalakgeran ji nêz ve dişopîne, diyar kiribû ku hinek semptomên di çalakgeran de gihiştiye asta ziyanekî mayînde. Gulşen diyar kir ku çalakger tedawiyê red dikin, daxwazên wan daxwazekî mirovî ye û demildest divê daxwazên çalakgeran werin bicih anîn.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku roja Duşemê bangî Wezareta Tendurisityê ya Fransayê kirine. Gulşen diyar kir ku di bangê de rewşa cidî ya çalakgeran hatiye ragihandin û daxwaz hatiye kirin ku Wezareta Tenduristiyê ya Fransyê rewşa çalakgeran di cih de bişopînin. Gulşen diyar kir ku di encama banga wan de tîmeke girêdayî Wezareta Tenduristiyê serdana çalakgeran kirine û kontrola giştî ya tenduristiya çalakgeran jî kirine.
Çalakgerên ku ji bo teşhîsê rakiribûn nexweşxaneyê, tedawî red kirine û vegeriyan cihê çalakiyê.