Bi hezaran xwendekar li dijî guhertina avhewayê ku jiyana wan dixe xetereyê di grevê de ye. Piştê li Almanya, Belçîka û Hollandayê wê roja înê li Îngîlîstanê bi hezaran xwendekar ji bo gersterkê derdikevin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi gelemperî cihanê de di 270 bajaran de nêzê 70 hezar xwendevan ji germahiya gerdûnî re bertekên xwe nîşan da. Ji 30 zêdetir bajaran de jî ku di tê de Lancester, Truro, Ullapol û Leedsê jî heye tê ragihandin ku wê xwepêşandan pêk were.
Grev di meha tebaxê de bi xwendevanek ku li ber deriyê Parlamentoya Swêdê bi tenê serê xwepêşandenekê destpêkiribû. Heya niha li Avustralya, Avusturya, Belçîka, Kanada, Hollanda, Elmanya, Îngilîstan û DYA’ yê xwendekaran neçûn dibistan û meş li dar xistin.