Ciwanên Farqînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li darxistin.
AMED- Ciwanên Farqînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Hevseroka KCDê Leyla Guven daketin qadan û çalakî li darxistin.
Ciwanên ku hewayî fîşeng teqandin dirûşmên “Leyla Guven rumeta me ye”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Girtiyên Siyasî rumeta me ye berz kirin”.