Kampanyaya name ji Leyla Guven re nivîsandinê ku di pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di 24 mehê de dan destpêkirin berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniye endamên Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên têkoşer ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi şiyara “Peyvek ji bo Leylayê” kampanyaya name şandinê kiribûn. Ji bo vê kampanyayê ji 500 zêdetir name hate kom kirin.
Kampanyaya ku di pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di 24 mehê de dan destpêkirin berdewam dike.
Di nameyên ku hatine nivîsandinê de bi hemû zaravayên Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî û Îngîlizî ve bihestên piştgiriyê hatine nivîsandin.