Maşa Dirêj wê îro di seat 10:00 de destpêbike û heya 16’ê Sibatê bi derxistineke meşek mezin a Strasbourg’ê dawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Kurd û Enternasyonal di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li dijî komploya 15’ê Sibatê ya ku ji aliyê dewletên navnetewî ve li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan îro dest bi meşa dirêj dikin. Ciwanên ku duh li Mannheîm’ê kom bûn bi civînekê bernameya xwe diyar kirin.
Maşa Dirêj wê îro di seat 10:00 de destpêbike û heya 16’ê Sibatê bi derxistineke meşek mezin a Strasbourg’ê dawî bibe.
PLANSAZIYA MEŞA 6 ROJAN
Roja 1. – Meş wê saet 10’an dest pê bike û li Hockenheîmê bi dawî bibe. Li vir wê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.
Roja 2. – Meş wê saet 09’an li Hockenheîmê dest pê bike û êvarê li Bûrûchsalê bi dawî bibe. Meşvan wê bi girseyî bên pêşwazîkirin û mîtîngekê bê lidarxistin.
Roja 3. – Meş wê saet 09’an li Bûrûchsalê dest pê bike, êvarê li Karlsrûheyê bi dawî bibe. Meşvan wê li wir jî bi girseyî bên pêşwazîkirin. Li Karlsrûheyê wê civîn were lidarxistin û sînevîzyon bê nîşandan.
Roja 4. – Meşê saet 09’an dest pê bike û heta Rastatê bidome.
Roja 5. – Meşvan wê ji Rastatê heta Buhlê bimeşin. Danê êvarê jî wê çalakiyeke çandî bê lidarxistin.
Roja 6. – Meşvan wê ji Buhle heta Kehlê. Piştî mîtînga li Kehlê wê meşvan derbasî Lahrê bibin. Li vir jî wê li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê civînek bê lidarxistin.
Roja 7. – 16’ê Sibaê wê meşvan tevlî meşa li Strasboûrgê bibin ku ji bo şermerzarkirina komploya navneteweyî bê lidarxistin.