Şervanên QSD`ê li eniya Baxozê 2km çargoşe rizgar kirin, her wiha şerên dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de didomin.
DÊRAZOR- Duh QSD’ê ragihand ku wan di çarçoveya pêngava dawî ya Hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de li gundê Baxozê ya Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyona dawî destpê kirin.
Şervanên QSD`ê li eniya Baxozê bi firehiya 2km çargoşe xaka di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar kirin. Li eniya Baxozê şerên dijwar didomin.