Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jînên Ciwanên Azad ji bo protesto kirina komploya navnetewî li bajarê Mannheim ê meşa dirêj ber vî Strasbourgê destpê kir.
MANNHEİM – Ciwanên Kurd û Enternasyonal di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li dijî komploya 15’ê Sibatê ya ku ji aliyê dewletên navnetewî ve li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin. Beriya meşê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê qedexeya polîsên Alman ên ku posterê Rêberê Gelan Ocalan neyê qebûl kirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Jinên Ciwanên Azad Êzda Alkiş ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Bi qedexe kirina posterên Rêberê me nikarin ji Rêberê me, me qut bikin. Ciwan û Jinên ciwan rol û mîsyona me parçe kirina tecrît û azadiya Rêber Apo ye. Bi vê meşa xwe em dixwazin ku çalakiya greva birçûbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kiriye û pêl pêl belavî her dewerî bûye em ji wan re bibin bersiv. Xwestekin me yekin. Ew jî şikandina tecrîdê ye. Hemû gelê bi pêşengtiya ciwan û jînên ciwan bi rûhê seferbertiyê tevlî pêvajoya “Tecrîdê bişkîne, Faşîzmê birûxîne, Kurdistanê azad bike” bibe.
Piştî daxuyaniyê ciwan bi slogana, “Rêber Apo re Azadî” bervî bajarê Hockenheim dest bi meşê kirin.
PLANSAZIYA MEŞA 6 ROJAN
Roja 1. – Meş wê saet 10’an dest pê bike û li Hockenheîmê bi dawî bibe. Li vir wê mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.
Roja 2. – Meş wê saet 09’an li Hockenheîmê dest pê bike û êvarê li Bûrûchsalê bi dawî bibe. Meşvan wê bi girseyî bên pêşwazîkirin û mîtîngekê bê lidarxistin.
Roja 3. – Meş wê saet 09’an li Bûrûchsalê dest pê bike, êvarê li Karlsrûheyê bi dawî bibe. Meşvan wê li wir jî bi girseyî bên pêşwazîkirin. Li Karlsrûheyê wê civîn were lidarxistin û sînevîzyon bê nîşandan.
Roja 4. – Meşê saet 09’an dest pê bike û heta Rastatê bidome.
Roja 5. – Meşvan wê ji Rastatê heta Buhlê bimeşin. Danê êvarê jî wê çalakiyeke çandî bê lidarxistin.
Roja 6. – Meşvan wê ji Buhle heta Kehlê. Piştî mîtînga li Kehlê wê meşvan derbasî Lahrê bibin. Li vir jî wê li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê civînek bê lidarxistin.
Roja 7. – 16’ê Sibaê wê meşvan tevlî meşa li Strasboûrgê bibin ku ji bo şermerzarkirina komploya navneteweyî bê lidarxistin.