Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 18’an de bi biryardarî berdewam dike.
ŞENGAL – 15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên gelên Şengalê hikûmet neçar ma bû ku bi awayeke fiîlî veke û soz dabûn Şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekî şûnde careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan de hate girtin.
Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin di 24’ê Çileyê de çalakiya kon vedanê li ber korîdorê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, di roja 18’an de bi biryardarî sînor didome.
Di korîdora mirovî ya navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ji bilî pêwîstiyên nexweşxaneyê û dermankirina nexweşan, dîlên ku ji aliyê QSD’ê ve dihatin rizgar kirin jî derbazî Şengalê dibûn.
Tevî ku xelkê Şengalê sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji xwe re wek nefes bi nav dike, lê 18 rojin deriyê sînor girtiya û her roj gel li ber diriyê sînor li ser piyane.