NAVENDA NÛÇEYAN
LI SER SERHILDANÊN EREB HINEK TESPÎT
- Encama van serhildanan çi dibe bila bibe, li welatên Rojhilata Navîn yên ku ev serhildan tê de teqiyan ji bo çîna karkeran, kedkar û bindest an bûn dibistaneke têkoşînê. Li van deran li hember kapîtalîzm û paşverûtiya siyasî pircure mewziyên têkoşînê hatin bi dest xistin. Ev serhildan ji bo çîna karkeran a cîhanê, ji bo girseyên kedkaran re bû çavkaniya îlhameke mezin. Destkeftina van serhildanan a îdeolojîk û herî girîng gelên Rojhilata Navîn yên bindest dîtin ku hêza wan ji dikare çînên desthiladar an yên ku ew qas xurt xuya dikin hilweşînin. Lê dîsa van gelan di heman demê de dîtin ku dema bi pêşengtiya rêxistineke şoreşger tevnegerin tenê bi serhildaneke jixweber nikarin destkeftinên xwe biparêzin. Bi encameke bi êş hat dîtin ku dema tevgerek bêrêxistin bibe hemû destkeftin bi destê çînên mêtînger, dikdatoriya dewletên herêmê yên paşverû û hêzên emperyaliyê li gorî berjewendiyan çawa tê tunekirin. Şoreşa Rojava pêşengtiya şoreşger ku li vir derxist holê ku ji bo serkeftina serhildanên Rojilata Navîn rêxistina pêşeng li gorî armancên şoreşger tevbigere encam tê girtin û lêgerîna çaresariyê hundirê sîstem an jî bûn parçeyek ji hêzên paşverû ne çarenûs e. Vê mînakê ji bo proleterya, girseyên kedkar û hemû gelên bindest gengaziya derfeta pêşengtî û îradeya gelan nîşan da. Gotina rêhevalên me yên Latîn Emerîka ya “Tu hêz nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe” rastiya van serhildan in.
- Serhildanên Rojhilata Navîn û Maxrîp an derxistiye holê ku hêzên emperyalî ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî çawa serî li her rê û rêbazên qirêj didin. Dema hevkarên wan bi hilweşînê ve rû bi rû dimînin çawa bi lêz refên xwe diguherin û çawa daxwazên gel yên azadî, mafên demokratîk ên herî bingehîn li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Van serhildanan dîsa nîşan da ku hêzên emperyaliyê ne desthilatên her tiştî ne li hember gelên ku radibin ser piyan çawa bêçare dimînin.
- Serhildanên Rojhilata Navîn û şoreşa Rojava teza Samuel Huntigon a bi navê “berberiyên şaristanan” ku ji aliyê emperyaliye ve wek êrîşekê tê bikaranîn vala derxist. Emperyalîzma Emerîka ku li Rojhilata Navîn çîna karkeran gelên bindest wek wehşî bi nav dike û biçûk dixe, di kesayeta dikdatoriyên hevkar de sedema pirsgêrêka tunebûna demokrasiyê careke eşkere kir. Bi vê sedemê ye ku Emerîka û hêzên emperyaliye yên ku bi Emerîka ve di nav ixtilafê de niha xwe wek parêzvanên demokrasiyê didin xûyakirin.
- Meclîsên û komîteyên gel ku di nav şoreşa Sovyetan û komîna Parîsê de bû tecrûbeyekê di nav van serhildanên herêmî de careke din xwe nîşan da ku wê bibin rêxistinên şoreşên gel yên pêşerojê. Komîn û meclîsên ku bûn rêxistinên Rojava yên bingehîn di heman demê de derfeta gel ya beşdarbûna şoreşê derxist holê.
- Di pêvajoya serhildanan de ji amûrên wek Facebook, sosyal medya ji bo şkenandina dorpêça sansür û vekirina rêya propaganda û ajîtasyonê, heta girtina qad an, rêxistinên pircûre, gelek amûrên têkoşînê yên afirîner derketin holê.
- Wek encamên serhildanan di guhertinên zagon an jî sepanên ku di gelek welatan de hatî kirin ji bo mafa gelan ehîl nebû û emperyalîst û hevkarên wan bi hinek cudatiyan hewl dan ku rejîmên berê bidomînin. Ligel vê, li van welatan di milê mafên demokratîk û sendîkayî de gelek mewzî hatin bi dest xistin. gelek zagonên ji bo partî, komel û sendîkayan de guhertin hatin çêkirin. Lê li gelek cih an ev destkeftinên serhildanê ji aliyê çîna karkerên cîhanê ve di milê navneteweyî de, di milê xwedî derketin û mezinkirinê de venegeriya destkeftinên mayinde.
- Çîna karker an di pêvajoya pêş van serhildanan de bi girseyî tevlîbûna xwe û bi îsrara têkoşîna xwe bi lîstina rolên mezin hêza pêşengtiya xwe ya siyasî careke din piştrast kir. Ev rastî jî rastiya ku çapemmeniya burjûvayê herî zêde li ser reşkirin kirîbû.
- Ciwan bûn wek agirdêr û pêşeng bi awayekî girseyî tevlî van serhildanan bûn. Ciwanên ku hema hema di hemû serhildanan de di pêş de meşiyan bûn dînamîzma serhildanan ên herî bingehîn. Di pergalên mewcûd de van sîsteman tu pêşeroj nedan ciwanan û di şertên jiyana bêxatirîkirin, bêkarî, bêpêşerojî, ji mehrûmî azadî û mafên bingehîn de ciwanên Rojhilatan Navîn bi van serhildanan xwedî li pêşeroj û nasnameya xwe derketin. Pêşengbûna ciwanan ji van serhildanan re ne tesadûf bû. Pêşaroja bi mîlyonan ciwanan di rewşa bêkarî de, bê çandî û ji mehrûmî azadiya xwe dihat reşkirin. Ji ber vê yekê ye ku li ser çalakiya Muhamet Bouzuzi ciwan bûn dînamîka van çalakiyan. Lê piştî van serhildanan di refên ciwanan de bi siyaseteke bi zanabûn hewese Ewropa an jî Emerîka hat afirandin. Li ser vê bi mîlyonan ciwan bi koçberbûna van deran bi rê û rêbazên şerê taybet ên serbajaran ji rastiya xwe hatin dûrxistin. Di nav refên ciwanên ku nikarîbûn biçin Ewropa jî di bin navê “Îslama Radîkal” de hewldana tunekirina wan hat dayin û xwestin van girseyên ciwanan wek amûrên ew rêxistinên îslamî ku ji aliyê hêzên emperyalî ve tên piştgirî kirin bikar bînin.
- Jin di van welatên ku di bin bandora feraseta bavikalarî de bi awayekî gelekî gireseyî tevlî van serhildanan bû pêşengên jin di van serhildanan de bi taybet derketin pêş. Tevlîbûna jinên ciwan û jinên karker di her milê de bu insûra bingehîn. Ji milê jinên ciwan de yekbûna daxwaza azadiya kesayetî û azadiya civakî-siyasî diyardeya ku derketiye peş.
- Bi bingehî di van serhildanên ku di bajaran de çêbûyî, di milê pêşketina kapîtalîzmê de îzafî di welatên ku paş de manê de rola bajaran a diyarker careke din hat dîtin. Di serhildanan de bê tevger man a gundiyên ku hejmara xwe zêdetirî nifûsa van welatan, xeleka lawaz a van serhildanan bû.
- Ligel hebûna rejîmên paşverû destpêkirina van serhildanan Di Tûnûs û Misirê de ne tesedûf e. Ji ber ku hem di dîroka dûr, hem jî di dîroka nêzik de di van welatan de tecrûbeyên çîna karker, kedkar, jin û ciwanan hene. Mehrûmbûna ji mafên azadiyên siyasî, rewşên girêdayî pêşketina kapîtalîzmê ya newekhev de, cûdahiya ku di nav dewlemend û xizanan de di van serhildanan de rolên diyarker lîst.
- Wesfa serhildanan a herêmî berçav e. Tevger bi lezgînî bû herêmî, gelên ku hêzên emperyalîst parçekirin bi sedemên wekî hev ketin tevgerê. Bi saya van serhildanan ligel tenê tenê welatan de pê re xûrtbûna bingeha şoreşên herêmî hat dîtin. Lê tunebûna rêxistineke enternasyonal an jî yekîtiyeke herêmî ku van yekîtiya nav van têkoşînên welatan ava bike rê li ber biparçe mane van tevgeran vekir. Ev rastiya jî nîşanî me dide ku em di asta herêmê de li gorî pêwîstiya hevbeşkirina têkoşînan, kordînasyon, yekîtî an jî rêxistinên cuda cuda ava bikin.
- Bingeha hêzên emperyaliyê û rejîmên hevkar, li hember tevgera lehiya gûherîna karker û kedkaran hejiya û paş de gav avêt, lê ji bo ku herikîna pêvajoyê ji aliyê xwe ketin nav hamleyan. Çapameniya burjûva ji bo kêmkirina wesfa serhildanan a îdeolojîk û siyasî roleke taybet lîst, ji jixweberbûn û bêpêşeng bûna tevgera gel sûd girtin siyasetmedar û rêxistinên hevkar xistin dewreyê. Bi projeya di keseyata Tayîp Erdogan û AKP’ê de îslamperêziya mutedil welatê mînak pêşkeşkirin û mudaxeleya emperyalîst an li ser Lîbyayê hinek ji teşeyên guhertina herikîna pêvajoyê bû.
- Di dema serhildanan de di serî de Misir û van welatan hêzên emperyalîst ji bo pîlanên îslama siyasî pêş xist. Bi vê rewşê ve wesfa van hêz an a hundirê pergalê li nik girseyên kedkar hên zêdetir berbiçab bû.
- Serhildan jixweber û bêpêşeng in. Rexistinên ku di van serhildanan de cih girtin hên nebûn alternatîfeke gelan. Ji ber vê sedemê rayedariya gel di pêvajoyê de li hember rejîmên hevkar û paşverû ku binheha wan hat hejandin wek alternatîfekê derneket holê, vê rewşê di milê çareşarkirina pirsgêrêka rayedariyê de lawaztiyên mezin pêk anîn û her ku çû kesayetên ku piştgiriya hêzên emperyalî girtin derketin pêş. Rastiya ku ev rewş guhertî dîsa di mînaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî de bi Îradeyeke şoreşgerî derket holê. Pêşengên vê şoreşê bi avakirina bingeha yekîtî û serkêşiya gelan îmzaya xwe avêtin bin şoreşeke ku îro ketiye rojeva gelên cîhanê.
Berîtan Destan