Çalakgerên meşên dirêj li Hamburg û Duisburgê peyama, heta tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin dan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Parlamenterê SPD´ê yê eyaleta NRW´ê Frank Borner êrîşa polîsan a li dijî çalakgerê greva birçîbûnê Mustaf Tuzak weke binpêkirina mafê mirovan bi nav kir.
Meşên dirêj ên li Elmanyayê li eyaletên NRW û Hamburgê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tên, di roja xwe 3’yan a ku a dawiyê de ne. Çalakgerên Hamburgê doh çûn ber avahiya parlemena eyaletê. Çav li rê ye ku çalakgerên ji Duisburgê meşa xwe dayî dest pê kirin jî, îro biçin ber avahiya parlamena eyaletê û çalakiya xwe bi mîtîngekê bi dawî bikin.
Meşvanên li Nordrhein Westfallenê (NRW) ên li Duisburgê, doh di roja duyemîn de ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Duisburgê meşa xwe dewam kir.
Parlamenterê SPD’ê yê Eyaletê, Frank Borner doh piştî êrişa polîsan a ser bi NCDK´a Duisburgê de çû serdana NCDK’ê û helwêsta polîsên Duisburgê şermezar kir. Borner diyar kir ku helwêsteke bi vî rengî li çalakgerekî greva birçîbûnê li dijî mafên mirovan e. Polîsan di serdegirtinê de hewl dabû çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger Mustafa Tuzak destgîr bikin. Borner zextên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî Kurdan jî şermezar kirin û got, ew piştgiriyê didin Leyal Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Ewrûpayê. Borner got, ew bi daxwazên Kurdan re ne.
Meşvan doh 10 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin Duisburg Statsbergê. Çav li rê ye îro li ber DGB Haus a Dusseldorfê bi baskê meşê yê ji Bonn-Kolnê re bigihîjin hev û ber bi avahiya parlamena eyaletê ve bimeşin. Li vir wê çalakî bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Bi piştgiriya ji Rojava re dibe yek
Meşvanên li Hamburgê jî ji bo şikandina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên grevên birçîbûnê, doh çalakiya xwe di roja duyemîn de dewam kir.
Meşa Kurdistaniyan li semta Wilhemsburg a bajêr bi beşdariya 70 kesî dest pê kir. Hevserokê NCDK Stadeê, Abdullah Deger di meşê de axivî û got; “Ger pêwîst be ji bo Rêbertiyê em ê 300 rojan bimeşin. Jiyaneke bê Rêbertî ti caran em ê qebûl nakin.”
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin.
Çalakgeran li pêşiya Parlamena eyaletê daxuyaniyek da çapemeniyê û qonaxa doh a meşê bi dawî kir. Çav li rê ye meş îro saet 14:00’an li setma Sternchanze tevlî nav çalakiya antîfaşîstên Elman a bi armanca piştevaniya bi Rojava re bibe û bi wê çalakiyê re bi dawî bibe.