Ciwanên ku ji gelek welatên Ewrûpayê, li dijî komploya 15’ê Sibatê 1999’an a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat meşekî ber bi Strasbourgê protestoyê derdixin.
SCHWETZINGEN – Ciwanên ku ji gelek welatên Ewrûpayê, li dijî komploya 15’ê Sibatê 1999’an a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat meşekî ber bi Strasbourgê protestoyê derdixin.
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatibû destpêkirin, îro li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê meşek hate destpêkirin.
Li ruxmê ku baranek giran dihat Ciwanên meşa dirêjê gihîştin Scwetzîngenê ku nêzê Hockenheim’ê.
Meşa ku li Mannheîmê hate destpêkirin vê evarê li bajarê Scwetzîngenê navber da.
Meşvan wê sibê saet di 09.00’an de Ji Hockenheîm’ê dîsa dest bi meşê bikin.