NAVENDA NÛÇEYAN- Komekî ciwan ên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serlêdana Îmam Şîş a ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 57 roje li Galler’ê di greva birçîbûnê de ye kirin.
Îmam Şîş’a ku diderheqa çalakiya xwe de axîvî got: “Ji bo tecrîd were rakirin min destbi çalakiya xwe kir. Ez Silavê xwe ji hemû ciwanên Kurdistan’ê û Rojhilata Navîn dişînim. Înîsiyatîfa ciwanan wê bibe vesileya Rojhilata Navînek azad û demokratîk.”